Li Colemêrgê piştî ku kozikên leşkeran yên kontrolê yên di navbera rêya Gever- Şemzînanê de hatine rakirin, kozikên cerdevanan yên li ser rêya Colemêrg- Çelê jî hatine valakirin.
Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, piştî ku kozikên leşkeran yên li ser rêya Gever- Şemzînanên hatine rakirin, vê carê jî kozikên cerdevanan yên li ser rêya Colemêrg- Şemzînanê hatin valakirin.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, ji ber sedema êrîşa li ser kozikên kontrolê heya fermaneke din neyê dayîn hatine valakirin û cerdevan li nêzîkî qereqolên derdorê nobetê digirin.
Di 9ê Tebaxê de jî kozikên kontrolê yên li ser rêya Gever- Şemzînanê û hemû kozikên li pêşiya qereqola Harûna hatibûn rakirin.
Di serî de çiyayê Gomanê ku kîlometreyekê nêzî navenda Şemzînanê ye ji 23ê Temûzê ve û li Çelê jî ji 4ê Tebaxê ve gelek qad di bin serdestiya gerîlayan de ye.