Konseya Çapemeniyê çû serdana rojnamevanên girtî

Konseya Çapemeniyê çû serdana rojnamevanên girtî

Şandeya ku Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Bîrgît jî di nav de li girtîgeha Tîpa D'ya Amedê bi 3 rojnamevanan re hevdîtin pêk anî.

Şandeya di bin serokatiya Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Bîrgît de îro li Amedê bi 3 girtiyên ku li girtîgeha Tîpa D'ya Amedê tê girtin hevdîtin pêk anî. Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Bîrgît, Endamên Lijneya Bilind Parêzer Turgut Kazan, Rojnamevan Tufan Turenç û Yalçin Buyukdagli û Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Alî Sîrmen hatin Amedê û derbasî girtîgeha Tîpa D'ya Amedê bûn.

Şandeyê li vê derê bi Edîtorê DÎHA'yê yê girtî Tayîp Temel, Koordînatorê Weşanê yê Gun TV yê berê Ahmet Bîrsîn û midûrê karên nivîsê yê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşun re saetekê hevdîtin pêk anîn. Heyet piştî hevdîtinê derbasî walîtiya Amedê bûn û bi Waliyê Amedê Mustafa Toprak re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê heyetê baroya Amedê ziyaret kir. Tê payîn ku heyet daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.