Konseya Çapemeniyê çû serdana ÎHD’ê

Konseya Çapemeniyê çû serdana ÎHD’ê

Endamên Konseya Çapemeniyê yên li Amedê lêkolînan dikin çûn serdana Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê pêktên agahî wergirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku li herêmê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn û ji van rojnamegeran jî para xwe wergirt.

Endamên Konseya Çapemeniyê serdana rojnamegerên girtî yên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê kirin û pişt re jî cûn serdana Şaxa ÎHD'ê ay Amedê jî. Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî û Sekreterê Şaxê Abdulselam Înceoren heyeta konseyê pêşwazîkirin. Serokê Konseya Çapemeniyê Orhan Bîrgît, endamên Lijneya Bilind prz. Turgut Kazan û Yalçin Buyukdagli û Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Alî Sîrmen têkildarî xebatên ÎHD'ê û binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê pêktên agahî girtin. Bîlîcî, ji ber bihestiyariya konseya çapemeniyê spasî kir. Bîlîcî, diyar kir ku ji ber binpêkirinên mafên mirovan bi guman in. Bîlîcî, anî ziman ku girtina rojnamegeran şerma vî welatiy7e û divê di vê mijarê de hemû raya giştî bi hestiyar be.

Bîlîcî, da zanîn ku ji sala 2006'an heta niha li herêmê binpêkirinên mafên mirovan zêde dibin. Bîlîcî destnîşan kir kir ku sedema vê yekê jî hikûmet hemû derdorên muxalîf weke xeterî dibîne. Bîlîcî, destnîşan kir ku di serî de siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û hemû dînamîkên civakê di bin navê "KCK'ê" de hatin girtin û wiha got: "Parêzer, rojnameger, ciwan, xwendekar, jin, akademîsyen û hemû kes tên binçavkirin tên girtin. Herî dawî li dijî KESK'ê operasyon pêk hat û gelek rêveberên KESK'ê hatin girtin. Bi vê yekê dixwazin hemû dînamîkên civakê yên rêxistin bûyî xelas bikin. Ev yekê nayê qebulkirin."

'JI BER KU EM RASTIYAN BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE DIKIN EM ZEXTAN DIBÎNIN'

Bîlîcî, ragihand ku ew weke ÎHD jî ji van zextan nesîbê xwe digirin û wiha axivî: "Ev komele di salên 90'an de jî rastî serdagirinan nehat. Ji ber ku destnedayîna parêzvanên mafên mirovan heye. Lê di sala 2009'an de heta niha 2 caran bi ser komeleya me de hate girtin. Alîkarê Serokê Giştî Muharrem Erbey û gelek rêveberên me hêj girtî ne. Der heqê hemû rêveberên şaxên ÎHD'ê yên herêmê de lêpirsîn hatine vekirin. Ji ber ku em rastiyan dikin rapor û bi raya giştî re parve dikin em rastî zext û zordariyan tên."

Bîlîcî, anî ziman ku li herêmê di mijarên azadiya raman û îşkenceyê de binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn û bi taybet jl girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin. Bîlîcî pişt re hinek raporên mafên mirovan ên amadekirin pêşkêş heyetê kir.