Konsepta şer, konseran jî qedexe dike

Konsepta şer a AKP'ê gihaştiye wê radeyê, ku konserên xwendekarên zanîngehê yên Kurd jî qedexe dike.

Konsepta şer a AKP'ê gihaştiye wê radeyê, ku konserên xwendekarên zanîngehê yên Kurd jî qedexe dike. Civata Pirtûkan a ku ji aliyê xwendekarên welatparêz ên li Zanîngeha Îzzet Baysal a Bolûyê ve hatiye avakirin, her sal konseran lidar dixe. Lê belê îsal ji ber nûçe û şîroveyên nîjadperest û provokatîf ên di meyda civakî û rojnameyên herêmî yên Bolû de hatin weşandin, hatin betalkirin. Endamê Civata Pirtûkan Bîlal Tavar ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku sedema hatiye nîşandana ne rast e, armanca bingehîn ew e ku zextê li xwendekar û çanda Kurd bikin.

ÎSAL ÇI GUHERÎ?

Konserên Civata Pirtûkan ku her sal ji bo jîndarkirina çandê ji aliyê xwendekarên welatparêz ên Zanîngeha Îzzel Baysal a Bolûyê tê lidarxistin, îsal bi hinceta 'gefên Serokê berê yê BBP'ê yê Bolûyê Mahmût Alan û weşanên provokatîf ên rojnameyên Bolû Ekspress û Ozgur Bolû hatin betalkirin. Ji endamên Civata Pirtûkan Bîlal Tavar da xuyakirin ku ev hincet ne rast e anî ziman ku her sal di serî de Mahmût Alan di medya civakî de gefên bi heman rengî li wan dihat xwarin, lê heta îro bi hinceteke wiha konsereke wan nehatiye betalkirin.

DI DESTPÊKÊ DE ERÊ KIRIN, PIŞTRE BI LEZ Û BEZ BETAL KIRIN

Tavar da xuyakirin ku Civata Pirtûkan bi armanca civandina li hev a xwendekarên Kurd di sala 1996'an de hatiye avakirin û ji bo jîndarkirina çanda Kurd ew her sal panel, meş û konseran lidar dixin. Tavar anî ziman ku di vê çarçoveyê de her sal hunermendên Kurd tevlî konserên xwe dikin û got, "Ji bo konsera me ya 10'ê Kanûnê ya îsal me Hunermendê Navenad Çandê ya Med Erol Berxwedan dawet kir. Di hefteya dawî ya meha Mijdarê de ji bo destûrê me daxwazname dan rêveberiya dibistanê û di nava 5-6 rojan de destûr ji me re hat dayîn."

Tavar ragihand ku heman piştî vê destûrê di medya civakî û rojnameyên herêmî yên Bolû de nûçe û nivîsên provokatîf hatine weşandin û Serokê berê yê BBP ê Bolûyê Mahmût Alan jî bi rêya Facebookê gef li Civata Pirtûkan û rektoriyê xwariye û ew hedef nîşan daye. Tavar da xuyakirin ku li ser vê yekê, rêveberiya dibistanê bi lez û bez konser betal kiriye. Tavar destnîşan kir, ku armanca vê betalkirinê dorpêçkirina çanda Kurd û tinekirina hebûna Kurd e û got, "Li Kurdistanê gelê me tê qetilkirin û li vir jî hewl didin çavên me bitirsînin."

Tavar ragihand ku ew ê giliyê Alan û rojnameyên herêmî yên Bolû ku xwendekarên Kurd hedef nîşan dan, bikin.

...