Kongreya Tibê a Mezopotamya bi şîara "Zarok pêşeroja me ne" dê sibê li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn dest pê bike.
4'emîn Kongreya Tibê a Mezopotamya bi şîara "Zarok pêşeroja me ne" dê sibê bi resepsiyona li Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwîn were lidarxistin dest pê bike. Kongreya ku dê 3 roj bidome de 500 bijîşkên ji Tirkiye, Herêma Kurdistana Federal, Emerîqa û Ewropayê bên, beşdar bibe. Hate diyar kirin ku îsal ji bilî bijîşkan, bijîşkên diranan, hemşîre û xwendekarên tipê jî dikarin beşdarî kongreyê bibin. Di kongreyê de bikaranîna zimanê kurdî ya di qada tipê û nexweşiyên zarokan û mafên wan dê were nîqaşkirin.