Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bi dawî bû

Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê bi dawî bû

4’emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê ku li Navenda Çandê ya Cegerxwînê destpê kiribû dawî bû. Di kongreyê de biryara zimanê kurdî ji bo di tibê de bê bikaranîn û kongreya 5'emîn a salekê din li Silêmanî di salvegera komkujiya Helepçeyê de pêk bînin hate girtin.

4'emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê ku ev 2 rojin li Navenda Çanda Cegerxwîn pêk hat, dawî bû. Li ser sedî Bijîşk û peywirdarên tenduristiyê yên ji Herêma Kurdistana Federal, Emerîka, welatên Ewropa beşdarî kongreyê bûn. Kongreya îsal ji bilî bijîşkan, bijîşkên diranan, hemşîre, ebe û xwendekarên tibê cih girtin. Di kongreya 2 roj dom kir de piranî li ser mijarên zimanê kurdî ya di bikaranîna tibê de, nexweşîna zarokan û mafên wan nîqaş hatin kirin. Li her rûniştinên kongreyê navên zarokên kurd ên hatine kuştin, hatibûn danîn.

Di kongreya ku piraniya wan bijîşkên kurd beşdar bibûn, bi slaytên ku bi kurdî hatibûn amadekirin nexweşîn û dermankirina wan ên cur bi cur hatin vegotin. Di kongreya ku eleqeyek mezin dît de, axaftvanan axaftinên xwe bi kurdî kirin. Kongreya ku di 2 salonan de hatibû destpê kirin mijarên wekê "Di gurçikê de transplantasyon", Dîapedîk noropatî", "Giringiya şîrê dayikê, teknîkên mijandinê û giringiya wê" hatin vegotin. Piştî rûniştinan 4'emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê dawî bû.

Piştî kongre dawî bû, biryara ji bo zimanê kurdî bigihije zimanê tibê komele bê avakirin û kongreya salekê din jî li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistana Federal di 16'ê adarê de ji bo salvegera komkujiya Helepçeyê bê lidarxistin.