Kongreya Îslama Demokratîk ji bo Sûrê bang kir

Kongreya Îslama Demokratîk xwest, êrîşên qirkirinê û dorpêçiya li ser Sûrê derhal bê rakirin û banga "bêdeng nemîne" li raya giştî kir.

Kongreya Îslama Demokratîk, li ser êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li hemberî Sûrê, li avahiya xwe ya li Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Di civîna ku gelek alimên olî lê amade bûn de Hevberdevkê Kongreyê Dr. Fadil Bedîrhanoglû peyivî û destnîşan kir, ku weke Kongreya Îslama Demokratîk û pêkhateyên wê em ji pîroziya jiyana mirovan bawer dikin. 

Bedîrhanoglû fikarên xwe ji ber şerê li Sûrê tê meşandin bilêv kir û got, "Kuştina mirovan û binpêkirina mafên mirovan ji aliyê olî û însanî ve bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em di wê baweriyê de ne ku divê welatê me û mirovahî careke din wehşetek mîna ya li Cizîrê nebînin."

Bedîrhanoglû da xuyakirin, ku divê şerê li Sûrê derhal bê sekinandin û bang li her kesî kir, ku bawerî û nêrîna xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, li pêşberî vî şerê kirêt ê li hemberî Sûrê tê meşandin, bêdeng nemînin.