Kongreya DEM-GENÇ'ê wê 13'ê Kanûnê bê lidarxistin

Kongreya DEM-GENÇ'ê ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê hatibû talûqkirin wê di 13'ê Kanûnê de bê lidarxistin.

Federasyona Komeleyên Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ), der barê 1'emîn Kongreya xwe ya Asayî ya ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatibû talûqkirin, daxuyanî da. Li ser navê DEM-GENÇ'ê Evîn Yagmûr li avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyanî da û got ku ew ê 13'ê Kanûnê roja Yekşemê saet 09.00'an kongreya xwe li dar bixin. Yagmûr diyar kir ku di demeke êrîşên giran pêk tên de kongreya xwe lidar dixin, lê ev kongre wê bi ruhê vejinê pêk were.