KONGRA GEL, ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir
KONGRA GEL komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û li dijî komkujiyên li Kurdistanê banga çalakiyan kir. Di daxuyaniyê de ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.
KONGRA GEL komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û li dijî komkujiyên li Kurdistanê banga çalakiyan kir. Di daxuyaniyê de ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.
Hevserokatiya KONGRA GEL, di salvegera 17. de têkildarî komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat kirin, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya nivîskî ya KONGRA GEL de hemû hêzên di nava komploya navneteweyî de cih girtin, bi nefret hat şermezarkirin û hat ragihandin, hemû hêzên komploker di wijdanê gel û mirovahiya pêşverû de sûcdar in û mehkûm bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Heta ku ji bo azadiya Rêberê me û çareseriya pirsgirêka Kurd roleke erênî nelîzin, ev mehkûmiyeta wan bidome."
Di dewama daxuyaniyê de, cangoriyên bi dirûşma "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bedena xwe dan ber agir û li dora Ocalan xelekek ji agir çêkirin, hatin bîranîn û wiha hat gotin: "Tevî tecîrda giran û mercên tesfiyekirinê yên li Îmraliyê jî Rêber Apo ji ber berpirsyariya xwe ya ji bo gelên me, ji bo çareseriyeke aştiyane û demokratîk ket nava hewldanên berfireh û firsendên mezin afirand. Lê belê Erdogan û dewleta Tirk, ev firsend tine hesibandin û dixwazin berxwedana gelê Kured mîna li Dêrsimê careke din bi komkujiyan tine bike. Komkujiyên wehşî yên li Cizîrê ji aliyê dewletê ve hatin kirin, bi tenê bi Cizîr û Sûrê re bi sînor nîne. Ji bo teslîmgirtin û pelçiqandina vîna gelên me û erdnîgariay Kurdistanê tên kirin.
Lê belê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê di nava şaşîtiyeke mezin de ne û xwe dixapînin. Bi qasî ku vîna berxwedana gel nebînin, kor bûne. Vîna berxwedana bi heybet a gelê Cizîr û Sûrê, pêl bi pêl mezin dibe. Mesaja berxwedan û serketinê ya Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê hevrêyê me Mehmet Tûnç li ser navê vîna xwerêveberiyê da gelê me û ruhê berxwedanê yê hemû şehîdên me yên xwerêveberiyê deng vedidin. Ev ruh wê hemû planên dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê pûç bike û tola komkujiyên li gelê me hatine kirin, qat bi qat hilîne.
'TÊKOŞÎNA FÎNALÊ'
Bi tecrîda giran a li ser Rêberê me, bi komkujî û planên qirkirina siyasî yên li hemberî gelê me re em sala 17'an a Komploya Navneteweyî li dû xwe dihêlin. Sala 18. a komployê wê ji bo gelê me û tevgera me bibe têkoşîna mezin a fînalê. Pêwîste em têkoşîna xwe bi şiyara 'Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu' li hemû parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bilind bikin û heta encamê werbigirin bênavber bidomînin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Şoreşa Rojava li Kurdistanê û herêmê roleke diyarker dilîze û hat gotin, "Niha têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê li hemberî faşîzma li Tirkiye û Bakurê KUrdistanê wê diyarker be. Ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji hemû gelên bindest, têkoşîna hevpar a li hemberî faşîzma dewleta Tirk wezîfeyeke lezgîn a mecbûrî ye."
KONGRA GEL, li ser bingeha protestokirina komkujiya Cizîrê û xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyan, her wiha ji bo protestokirina komploya navneteweyî di salvegera 17. de, bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir, ku li her cihê lê ne rabin ser piyan.
JI BO MEŞA LI STRASBOÛRGÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Ji bo bandor li welat û saziyên Ewropayê yên li pêşberî komkujiyên li gelê me tê kirin bêdeng in, gelekî girîng e ku gelên me yên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, bi ruhê serhildanê tevlî çalakiyên vê demê bibin.
Ji ber vê yekê, meş û mîtînga mezin a 13'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasboûrgê ji bo protestokirina komploya navneteweyî tê lidarxistin gelekî girîng e. Ji bo bi heybetî pêk were, tevlîbûneke xurt ji hemû welatên Ewropayê divê.
Hêzên ku ji bo berjewendiyên xwe komploya navneteweyî pêk anîn û di nav de cih girtin, di roja îro de jî ji bo berjewendiyên xwe, li pêşberî komkujiyên dewlet li Cizîr û Sûrê dike, bêdeng in. Çeteyên tarî yên faşîst ên Erdogan ku hêzê ji vê bêdengiyê digirin, bi awayekî bêperwa êrîşî gelê me dikin, mi şewitandinê mirovên qetil dikin.
Li hemberî yên bi bêdengiya xwe re hevparê faşîzma dewleta Tirk e, ji bo bibin dengê gelên me em bang li her kesî dikin ku tevlî meşa 13'ê Sibatê ya li Strasboûrgê bibin."