KONGRA-GEL’ê serkeftina Minbicê pîroz kir

KONGRA-GEL’ê azadkirina Minbic pîroz kir, got; “Astengiya herî mezin ya nedihişt kantonên Kobanê û Efrînê bigihêjin hev ji holê rabû.”

Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi boneya serkeftina Minbicê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Serkeftina Minbicê ya bi qehremantiyek mezin a şervanên QSD’ê bi dest ket, di serî de gelên Federasyona Bakurê Sûriyeyê, li tevahî gelên Rojhilata Navîn ên bi daxwaza sîstemek azad û demokratîk in, pîroz be” û wiha dewam kir:

“Em di şexsê Fermandarê sembol ê pêngava Minbicê Feysel Ebû Leyla de tevahî şehîdên Minbicê bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin. Em tevahî mîlîtanên QSD’ê yên ev serkeftina staretejîk bi gelê me da qezençkirin pîroz dikin, serkeftinên wan ji dil û can silav dikin.

Serkeftina Minbicê di têkoşîna bi temamî paqijkirina hovên DAÎŞ’ê û avakirina Sûriyeyek demokratîk de destkeftiyek girîng e. QSD’ê bi serkeftina Minbicê ve careke din nîşan daye ku di avakirina Sûriyeya demokratîk de hêza herî esasî ye.

Bi paqijkirina bajarê Minbicê ve astengiya herî mezin ya nedihişt kantonên Kobanê û Efrînê bigihêjin hev ji holê rabû. Em bawer dikin ku wê şervanên QSD’ê ji Efrîn û Minbicê nêzî hev bibin û di demek herî kurt de yekîtiya cografî ya Federasyona Bakurê Sûriyeyê ava bikin.”

BANGA PÎROZKIRINA BI COŞ

KONGRA-GEL, di dawiya daxuyaniyê de ev gotin; “Gelên Kurdistanê divê li tevahî qadan vê serkeftina Minbicê ya li dijî hovên DAÎŞ’ê hate bidestxistin pîroz bikin. Bi pîrozbahiyên bi coş ên li her qadê ve, divê têkoşîna berxwedana hevpar a gelên me mezintir bibe.”