KONGRA GEL: Divê NY komkujiya Şengalê bi fermî qebûl bike

Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin ku tevî hemû kêmasiyan jî civata Êzidî li Şengalê şoreşeke bi heybet pêk aniye û berxwedêrên Şengalê silav kir. KONGRA GEL bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku komkujiya Şengalê bi fermî qebûl bike.

Hevserokatiya KONGRA GEL di salvegera yekemîn a komkujiya Şengalê de daxuyaniyek weşand û got, "Bi wesîla salvegera komkujiya Şengalê, çeteyên DAIŞ'ê, hêz û dewletên alîkarî didin çeteyên xwînxwar, em bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Li seranserê Kurdistanê heta çeteyên dijminê mirovahiyê nemînin, têkoşîna gelê me ya dijî çeteyên rûreş wê dewam bike.

Ji destpêka destpêka berxwedana Şengalê heta niha, hevalên ku bi tekoşîneke bê emsal parastina gelê Şengalê û Êzîdxanê kirin û jiyana xwe dest dan, em wan qehremanên Şengalê, şehîdên Şengalê bi hurmet û mînet bir tînin, di şopa wan de heta azadiya gelê Şengalê soza tekoşînê didin. Wan bi tekoşîneke bi heybet ji bo gelê Şengalê, bi giştî jî bo tevahiya civata Êzidiyan dîrokeke nû û jiyaneke azad dane destpêkirin."

Hevserokatiya KONGRA GEL diyar kir ku bi fermana 73'an re hat xwestin gelê Şengalê bi temamî bê qetilkirin û Şengal bi temamî ji aliyê DAIŞ'ê ve bê dagirkirin û destnîşan kir, ku piştî têkbirina Şengalê jî Kantona Cizîrê ji aliye DAIŞ'ê ve wê bihata tam dorpêçkirin. 

"TÊKÇÛNA ŞENGALÊ WÊ JI BO TEVAHIYA KURDISTANÊ BIBÛYA ŞIKESTINEKE PIR MEZIN"

KONGRA GEL ragihand ku hedefa dawî têkbirina şoreşa Rojava bû û ev xal destnîşan kir: "Plan ev bû. Li ser vê esasî jî pêşmergeyên PDK'ê bi biryareke navendî ji Şengalê vekişiyan û gelê feqîr û belengaz dan ber şûrê DAIŞ'ê. Eger DAIŞ serbiketa, Êzîdxan biketa deste DAIŞ'ê, em dikarin bêjin ku ev wê bibûya têkçûyîna Şengalê û civata Êzidî. Bê guman ev ji bo her çar parçeyên Kurdistanê jî wê bibuya têkçûna firsetên siyasî yên çareseriyê. Bi giştî ji bo gelê Kurdistanê jî wê bibûya şikestineke pir mezin.

Lê belê hêzên HPG, YPG û YPJ'ê firset nedan dijminê xwîndar, gelê Şengalê û Êzîdxan bi têkoşîneke dîrokî parastin. Ji gelê Şengalê beşeke xaka xwe ya pîroz terk nekir û li hember pirsgirêkên dijwar ên jiyanê jî berxwedaneke mezin meşand. Em bi giştî hemû hêzên parastina gel û gelê ku Şengalê terk nekir, berxwedana wan bi dil û can pîroz dikin. Gelê Kurdistanê û cihana pêşverû bi berxwedana wan a pîroz serbilind in, em wan tevayî bi hurmet silav dikin."

"BI YBŞ Û MECLÎSA GEL RE CIVATA ÊZIDÎ YEKEMCAR BÛN XWEDÎ RÊVEBERÎ Û XWE PARASTINÊ"

Hevserokatiya KONGRA GEL bibîr xist ku berxwedana li çiyayê Şengalê sala xwe ya 1. temam dike û da zanîn ku di nava vê salê de gelek pêngavên girîng hatine avêtin. KONGRA GEL da xuyakirin ku ji bo gelê Şengalê mijara herî girîng xwe rêxistin kirin bû û got, "Ji bo parastina gel di destpêkê de YBŞ'ê xwe rêxistin kirin. Keç û xortên Êzdî ji bo parastina gelê xwe beşdarî YBŞ'ê dibin. Eva di dîroka gelê Êzdî de destpêkeke nû ye. Eva di nav gel de ji bo paşeroja xwe hêvî û bawerî çêkir."

Daxuyaniya KONGRA GEL bi vî rengî dewam kir:

"Piştî mijara parastinê ji bo temsîla gel, xizmet û rêveberiya gel, Meclîsa Gelê Şengalê hate avakirin. Di dîroka gelê Êzidî de ev jî pêngaveke yekemîn e. Gelê Şengalê li ser bingeha nasnameya xwe, li ser axa pîroz, bi meclîs û rêveberiyên xwe, bi hêzên xwe yên parastinê, li ser bîr û baweriya xwe, ji bo civakek demokrat û jiyaneke azad wê axa xwe biparêze. Di van rojên dawî de Meclîsa Jinên Kurd ên Şengalê jî hate avakirin. Ev pêngava nû yê şoreşa civaka demokratik li Şengalê pêşbixe û wê biparêze.

Ji ber encamên 73 fermanan, civata Êzidî mixabin li hemû cîhanê belav bûye û penaber bûye. Mijareke herî girîng jî rêxistinkirina êzidiyên li derveyî welat e (diyaspora yê). Ji ber vê pêwîstiyê jî, Meclîsa Şengalê a Diyaspora hate avakirinê. Hem ji bo yekitiya êzidiyên diyaspora yê, hem di têkiliyên navneteweyî de ji bo xebat û temsîla civata Êzidî avakirina Meclîsa Diyaspora pêngaveke pir girîng e.

"TEVÎ KÊMASIYAN JÎ DI NAVA SALEKÊ DE GELÊ ŞENGALÊ ŞOREŞEKE BI HEYBET AFIRAND"

Bi rastî jî li gel kêmasî û rewşên pir dijwar jî di nav salekî de gelê Şengalê bi berxwadaneke dîrokî şoreşeke bi heybet afirand. Gelê Kurdistanê li welat û derveyî welat ji bo xwedî derketina Şengalê seferber bûn. Lê taybetî gelê me yê Kantona Cizîrê di xwedî derketina Şengalê de bi giştî xebateke pîroz meşandin. Di der barê xwedîderketina Şengalê de ji gelê Kurdistanê re, gelê me yê derveyî welat re, lê belê taybet jî bo gelê Kantona Cizîrê re em ji dil spas dikin. Lê belê ji ber ku pêwîstî û xeteriyên li ser Şengalê her berdewame, pêwîste xwedî derketina Şengalê jî her berdewam bibe. Gelê Kurdistanê pêwîste di vî warî de hîç kêmasî neke.

BANGA XURTIKIRINA YEKITÎ Û XWEDÎDEKETINA LI MECLÎSA XWE

Banga me ji bo gelê me yê Êzidî re heye; Li Şengalê û li diyasporayê meclîsên hatine avakirin lê xwedî derkevin. Di bin sîwanên meclîsan de xwe rêxistin bikin û yekîtiya civata Êzidî pêk bînin. Wê demê hem li Kurdistanê hem jî li cîhanê hûnê bêhtir bêne qebûlkirinê.

Bi wesîla salvegera komkujiya Şengalê, bi pêşengiya Meclîsa Şengalê a Diyaspora li bajarê Cenevre pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) sê roj çalekî tê li darxistin. 1 û 2 yê Tebaxê rojiya birçîbûnê, 3'ê Tebaxê jî li heman derê mîtîngek tê li darxistin.

Ji bo aliyê Neteweyên Yekbûyî komkûjiya Şengalê bê qebûl kirin, ji bo parastina gelê Şengalê YBŞ wek hêzeke rewa bê qebûl kirinê, ji bo ku Meclîsa Gelê Şengalê wek statûyeke xweser bo gelê Şengalê bê qebûl kirinê ev çalekî tên li darxistinê. 

Ji ber vê çalakiya girîng em Meclîsa Şengalê a Diyasporayê pîroz dikin. Ev daxwaziyên gelê Şengalê ne. Pêwîste taybetî gelê me yê Swîsra vê çalekiyê lê xwedî derkeve. Bi tevlêbûneke xurt pêwîste em bibin dengê komkûjiya Şengalê, bibin denge zarok û jinên hatine revandinê, em dengê wana bigîhînin cîhanê.

Di salvegera komkûjiya Şengalê de em ji bo Netewên Yekbûyî re jî dibêjin ku li hemberî daxwaziyên Meclîsa Gelê Şengalê bêdeng nemînin, ji bo parastina nirxên mirovahiyê komkujiya Şengalê bi fermî qebûl bikin û daxwaziyên wana pêk bînin."