KONGRA GEL: Divê demildest xweparastin bê pêşxistin
KONGRA GEL bertek nîşanî komkujiya li Pirsûsê da û diyar kir ku berpirs Serokkomarê Tirk Erdogan û DAIŞ e.
KONGRA GEL bertek nîşanî komkujiya li Pirsûsê da û diyar kir ku berpirs Serokkomarê Tirk Erdogan û DAIŞ e.
KONGRA GEL bertek nîşanî komkujiya li Pirsûsê da û diyar kir ku berpirs Serokkomarê Tirk Erdogan û DAIŞ e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê xweparastina herî sereke û lezgîn a gel hebe û ji bo rawestandina konsepta şer a AKP’ê banga têkoşînê kir.
Hevserokatiya KONGRA GEL, têkildarî komkujiya li Pirsûsê ya li dijî endamên SGDF’ê daxuyaniyek nivîskî da.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wihat hat gotin: “Em komkujiya li dijî endamên SGDF’ê yê bi armanca avakirina Kobanê çûn Pirsûsê, pêk hatiye bi nefret lanet dikin. Em ji hemû malbatên ciwanên jiyana xwe ji dest dane û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re şifayê dixwazin.”
YÊN QETIL KIRINE ERDOGAN Û DAIŞ E
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Êşa me mezin e. Em çeteyên ku ciwanên me qetilkirin û hêzên pişt wan baş nas dikin. Her kesê xwedî wijdan û hişê xwe winda nekirine, rastiyê baş dizanin. Gelên me wê şopa vê rastiyê bernedin. Ji ber berpirsên ku ev çete li serê gelê me kirine bela wê hesab bê pirsîn. Bila ti guman kesî tinebe.”
Berpirsê şerê esas ê ji ser DAIŞ’ê li dijî gelên Rojava û Bakurê Kurdistanê tê meşandin, Erdogan û AKP ye. Êrîşên di pêvajoya hilbijartinê de li ser gelê me hatine meşandin, piştî hilbijartinê jî gihiştiye asta tolhildanê.
Em kesên ku 3. salvegera Şoreşa Rojava li gelê me dike jehr baş nas dikin. Yên li dijî kesên Kobanê diparêzin, dijminahiyê dikin û yên ciwanên destek dan avakirina Kobanê qetilkirin, heman kesin. Yanî Erdogan û hevkarê wê yê sûc DAIŞ navnîşana serekeye. Lê êdî Erdogan û hikûmeta AKP’ê nekare gelê me bi xwe bide bawerkirin.”
Di berdewamiyê de hat diyarkirin ku Erdogan û AKP li dijî kesên aştî û demokrasiyê dixwazin polîtîkaya şerekî aşkera dimeşîne û bi derewa ‘pêvajoya aştiyê didome’ hewl dide gel bixapîne.”
YA HERÎ LEZGÎN XEBATA XWEPARASTINÊ YE
KONGRA GEL di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Eniya aştî, demokrasî û azadiyê li dijî konsepta şer a qirêj a AKP û Erdogan divê tedbîrên xwe yên xweparastinê pêş bixîne û ev xebata herî lezgîn a sereke a pêvajoyê ye. Ev her du alî civaka Tirkiyeyê ji hundir û derve hêdî hêdî ber bi felaketê ve dibe. Divê ev rastî baş bi raya giştî ya Tirkiyeyê re bê parvekirin.
AKP wekê ku qet hilbijartin pêk nehatiye û ji aliyê gel ve nehatiye xistin, ya xwe dike. Ev konsepta şer a AKP ferz dike, bi têkoşîneke bi bandor ya eniya aştî û demokrasiyê ya bi pêşengiya gel dikare bê sekinandin. Berovajî vê ji bo kesên aştiyê dixwaze dikare dereng be.”
DIVÊ HÊRSA GEL BÊ RÊXISTINKIRIN
Li Kurdistan, Tirkiye û derveyê welat gelê me li dijî komkujiya Pirsûsê li ser piyane. Divê ev zêdetir bê xurtkirin. Divê ev hêrsa gelê me bê rêxistinkirin û divê ji Erdogan û hikûmeta AKP’ê hesabê vê komkujiyê bê pirsîn.”