Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya BDP’ê sibê ye

Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya BDP’ê sibê ye

2'yemîn Konferansa Rêveberên Herêmî ya BDP'ê sibê li Amedê dest pê dike. Şaredar û endamên meclîsê dê di konferansê de nexşeya rê ya pêvajoya diyar bikin.

2'yemîn Konferansa Rêveberên Herêmî ya BDP'ê sibê li Amedê dest pê dike. Konferansa Rêveberên Herêmî ya BDP'ê piştî Konferansa Rêveberên Herêmî ya Ekolojî ya ku hefteya borî pêk hat, dê di 1-2 û 3'yê hezîranê de li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn dê pêk bê. Konferans dê sibê saet di 10.00'an de dest pê bike û piştî axaftina vekirinê dê ji çapemeniyê re girtî berdewam bike.

Di roja yekemîn a konferansê de dê geşedanên siyasî bên nîqaşkirin, di roja duyemîn de jî "Pêkanên Pratîk ên Modelên Rêveberên Herêmî yên Demokratîk û Azad" û di roja 3'yemîn de jî "Xweseriya Demokratîk" dê bê nîqaşkirin. Piştî nîqaşan dê di dawiya konferansê de encamname ji raya giştî re bê aşkerakirin. Hevserokên BDP'ê, şaredar û endamên meclîsa giştî û meclîsa şaredariyê beşdarî konferansê bibin.