Konferansa Rêveberên Herêmê ya BDP'ê didome

Konferansa Rêveberên Herêmê ya BDP'ê didome

2. Konferansa Rêveberên Herêmê ya BDP'ê li Amedê berdewam dike. Konferans di roja duyemîn de jî ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

2. Konferansa Rêveberên Herêmê ya BDP'ê di roja duyemîn de berdewam dike. Konferansa li Navenda Çandê ya Ciwanan ya Cegerxwîn pêk tê ji çapemeniyê re girtî ye. Hevserokên BDP'ê û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Wan Bekîr Kaya, şaredarên herêmê, endamên meclîsa şaredariyê û meclîsa giştî, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî konferansê bûn.

Duh di konferansê de geşedanên siyasî hatin nîqaşkirin û li gel vê yekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin. Îro jî mijara "Pêkanînên Pratîkbûna Modelên Rêveberên Herêmê yên Demokratîk û Azad" tê nîqaşkirin. Piştî konferansê dê encamname ji raya giştî re bê aşkerakirin.