2’emîn Konferansa Jinên Kurd a Netewî li Hewlêrê di 3’emîn roja xwe de didome. Di rûniştina konferansê ya îro de li ser modelên rêxistinbûna jinê nîqaş tên kirin.
Di çarçoveya konferansê de ji Başûrê Kurdistanê Nermîn Osman axaftina vekirina runiştinê kir. Osman balkişand ser yekitia jinan û wiha got: “Em li vir ji bo ku bibin yek û pirsgirêkên xwe bigirin dest kombûne. Em ji bo ku bibin yek deng û pirsgrêkên civak û netewa xwe çareser bikin li vir in. Ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlîbûn heye. Me pirsgirêkên her çar parçan jî girte dest lê diviya ku me pirsgirêka parçayên ku em tê de ne jî bînin ziman. Divê em navê parçan nebêjin dema em dibêjin Bakurê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û parçeyên din me ew gel dan qebûlkirin. Em divê vê cihanê jî bidin qebûlkirin.”
Osman destnîşan kir ku ew jî piştgirî dide pêşniyarên avakirina meclis û koma şopandina vê xebatê.
Endama Parlamentoya Kurdistanê Zozan Xalid Şahab jî pişti Osman mafê axaftinê girt û wiha axivî: “Em di vir de biryaran nagirin tenê em pêşniyaran digirin. Ji bo dema pêş weke yasayî bê dest girtin. Divê hemû kes baş guhdar bikin.Em bi vê dikarin mafên her çar parçeyên kurdistanê bixwazin. Ev ji bo nêrîn û daxwazên her çar parçan ên jinan bike yek û vê biparêze. Dîsa dikare li her çar parçeyên kurdistanê buroyên jinan ve bike. 3. ji bo ewlekariya gel, bê ku cudabûn bike di nava zayandan hîn bi bandorbûn ji bo ku jin tevlî bibin divê ewlekariya jin bê pêk anîn ji bo ku jin xurt xwe rêxistin bike û tevlî diplomasî û xebatên siyasî bibe.”
Endama PDK’ê Şîrin Amedî ji di rûniştindê axaftinek kir û wiha axivî: “Ez gelek kêfxweşim ku em li ser vê babetê nîqaş dikin. Ev proje têkerek ji bo nîqaşê ve bike. Stratêjiyên çandî û dîplomasî hene. Divê em li ser vê têkerê nîqaşên berfireh bikin. Em hemû li vir in û giraniya mijarên nîqaşê de ne. Ji bo jinan divê merkezik bê ava kirin. Em jinên Ereban çi dixwazin divê em hemû civînên xwe de stratêjya 10 û hwd. bidin pêşiya xwe. Ez ji bo berpirsiyariya xwe ya dîrokî naxwazim bertekan bigirim.”
Parlamentera BDP’ê ya Amedê Leyla Zana jî piştî Amedî mafê axaftinê girt û ev tişt gotin: “Ger nêrînek mirovan tunebe mirov nikare bimeşe. Divê hedefa mirovan heye. konferansa jin bi keda gelek hevalan çêbûn. Feleknas Uca jîg elek xebat dan meşandin. Em wisa bikin ku hemû aliyên kurd ên siyasî bêjin ku jinên kurd erkek xistine pêşiya me. Me got destpêke em nasbûnê çê bikin. Me bi dil û can xwe da vê rêyê. Konferansa yekemîn me tenê hev dît û me dest da hevdu. Û me got em çawa konferansa jinên kurd çê bikin. Tu taqeta me jî tunebû, butçeya me jî tunebû l ême dest da hev û me konferansa xwe pêk anî. Me gelek zehmetî jî kişandin. Me got hemû hêz, rêxistin û partî û hwd. bila agahiya wan ji vê hebe. Rêxistin ne armance ji bo gihiştina armancê ye. Dema jinên kurd hêzek ddan nîşandin hemû kes ji wan hêz girtin. Jinê kurd hêz dide. Dide hevalê xwe, mala xwe gelê xwe û xwe. Me got em armancek bidin pêşiya gelê kurd û bila armanc û projeyek me hebe. Lê emrê me têr bike an neke em jî vê nizanin. Bila zarokên me bêjin dayikên me ji bom e vê kirin. Tu kes nikarê lê tena serê xwe tu tiştek bike. Ya me hedefekeye. Me got em bê sÎnor bimeşin.Me got em bi gerdûnî bimeşin.Em ji herêmê dest pê dikin û berbi gerdûnê ve diçin. Me ked dayê û Mujgan jî ev ked û pêşniyaran.”
Endama Partiya Partiya Maf û Azadiyê (HAKPAR) Mujgan Bozyel Avasaz jî di rûniştinê de axaftinek kir û wiha axivî: “Me hêza xwe xiste di nava vê projeyê. Navenda jiyana civakî çandî û aboriye
Di bingeha vê projeyê de 20 hezar donim erd heye. di bingeha vê projeyê de av heye. Ev dimên dişibe malzaroka jinê ye. Ev qad divê bibe cihê şahî û coşê. Mirov dikare di vir de bi rehetî li her derê binêre. Li vê derê mirov dikare derbasî li her çar parçeyên welat jî bibe. Bilindahiya vê abîdeyê nêzî 100 mt ye. Bilandahiya wê 210 metreye. Yek girêzgeha
Mirov girêzgeha dikare xwe bigîhîne.”