Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu di roja 2. de ye

Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu ya li bajarê Dêrikê yê Rojava tê lidarxistin, di roja 2. de bi nîqaşan dewam dike.

Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu ya li bajarê Dêrikê yê Rojava tê lidarxistin, di roja 2. de bi nîqaşan dewam dike.

Beşa îro ya konferansê bi axaftina Hevşaredarên Dêrikê Huseyîn Adem û Dîcle Hemo destpê kir. Dûre Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf peyivî.

Hevseroka Kantonê Yûsûf di pêşkêşiya xwe ya ji bo konferansê de bal kişand ser girîngiya jiyana komunal û demokratîk. Yûsûf diyar kir, ku di sala 4. a Şoreşa Rojava de lidarketina konferanseke bi vî rengî li Rojava girîng û watedar e. Hediye Yûsûf destnîşan kir ku netewe dewlet mîna kanserê li nava civakê belav bûye.

Yûsûf da zanîn ku ew ji bo Şoreşa rojava gotina "Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digirin û got, "Girîng e jiyana azad destpêka hemû esasan be. Ev esas jî ji jiyana komunal pêk tê." Yûsûf ragihand ku Şoreşa Rojava li ser nirxên azadiyê yên jinê mezin dibe û berxwedana YPG û YPJ'ê jî weke hêviya jiyana nû pênase kir.

1. Konferansa Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu bi nîqaşan di roja duyemîn de dewam dike.

Delegeyên konferansê wê piştî nîvro li Dêrikê "Parlamenta Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu" vekin.