Parlamentera HDP’ê Konca ji bo piştgiriya berxwedana li dijî kampa AFAD’ê ya li Teroyan hate herêmê, wiha got: Di bin vê de planên qirên ên AKP’ê hene. Hê şopa qetlîaman neçûne, ji yên nû re bingehê amade dikin.”
Li dijî ‘kampa penaberan’ a li herêma Teroyan a Gurgumê tê çêkirin, berxwedan didome. Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca ku duh wê bihata herêmê, lê li navçeya Goksûnê ji aliyê leşkeran hatibû astengkirin, îro gihişt herêmê û tevlî berxwedana gel bû. Konca li vir axivî, got biryara kampê ne projeyek nû ye. Konca bi bîr xist ku AKP’ê li hember tevahî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi şer kiriye, wiha dom kir: “AKP’e ji milekî Kurdistanê hildiweşîne, ji milê din jî bi polîtîkayên cihêker ên li dijî civaka Elewiyan ve û bi van tevgerên xwe yên dijber ve îro jî wek kampê derdikevin pêşî me. Niha di polîtîkayên hundirîn de penaberan li dijî Elewiyan bi kar tînin. Wek heman şerê li Kurdistanê û kiryarên wek wê. Ev dewlet û hikûmet bi awayekî eşkere dibêje, ‘em vî gelî nas nakin’.”
Konca bal kişand ku ev kamp ne tenê li Gurgumê, hewl didin li Meletî, Sêwas ku cihên Elewî lê zêde ne jî çêbikin, wiha pê de çû: “Hê şopên qetlîamên Gurgum, Sêwas, Dersîmê neçûne, ji yên nû re bingehê amade dikin.” Di berdewama axaftina xwe de Konca wiha got: “Ez jî ji vê herêmê me û ez vî gelî baş fêm dikim. Avakirina vê kampê, şerê li hember vî gelî ye.”
Konca anî ziman ku AKP’ê hewl dide herêmê bêmirov bike, destnîşan kir ku ew ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin, wiha dom kir: “Em ê nehêlin AKP’e herêmê bike herêmek rantê. Pêvajoyek hiqûqî heye. Em ê heta dawiyê bibin şopdar û pişgiriyên vê dozê û em ê teqez bi ser bixin. Em bi rêxistinbûyinê, bi tevgerek hevpar ve dikarin li hember faşîzm û zilmê bi serbilindî rawestin. Mehên havînê nêz dibin. Em ji Ewropayê jî her kesî dawet dikin ku betlaneya xwe li vir derbas bikin. Divê rojên pêş berxwedan hê geştir bibe.
Di serî de gelê herêmê, gelê me yê Bazarcix, Elbîstan, Narliyê û yên li Ewropayê, divê em nehêlin DAIŞ axa me ji me bigirin. Wek gelekî ku rastî qetlîam û koçkirin hatî, herî zêde Elewî penaberan dinasin. Li hember wan ti nerazîbûnek me nîne. Nerazîbûna me li hember polîtîkayên dewleta kûr û ranta AKP’ê ne. Em ê her tim li vir bin. Em baş dizanin ku wê di konteynerên 3-5 metreyan de wek di girtîgehê de bijîn. Bi vê ve jî Ewropayê dixapînin. Gel wê ferq bike ku ti kampên modern ava nakin û dezenformasyonê dikin. Em ê bi mezinkirina berxwedana xwe ve doza xwe bi ser bixin.”