Komxebata Elewiyên Sivîl: Bila Diyanet bê rakirin

Komxebata Elewiyên Sivîl: Bila Diyanet bê rakirin

Rapora Komxebata Elewiyên Sivîl a di meha gulanê de ji aliyê Komeleya Rûhevbûnê û Lêkolînên Bûyerên Civakî temam bû. Rapor îro dê li Stenbolê ji raya gitşî re bê aşkerakirin. Di raporê de tê destnîşankirin ku sozên ku hikûmet dide Elewiyan ji daxwazên ‘welatîbûna wekhev’ dûr in û hate gotin ku pirsgrikê hêjî diodme û hin aliyên tarî hê jî hewl didin k udi navbera elewî- sunnî de gengeşiyê derbixe. Her wiha hate gotin ku di vê Wezareta Diyanetê kul i dijî rêgezê dewletê ye bê rakirin

Rapora Komxebata Elewiyên Sivîl a di 13’ê gulanê de pêk hat amade bÛ. rapor ji aliyê Bekîr Berat Ozîpek, Cafer Solgun, Hayrî Înce û Neslîhan Akbulut Arikan ve hate amadekirin. Îro li Stenbolê dê ji rayagiştî re bê aşkerakirin.

Di rapora hatiye amadekirin de wiha tê gotin: “Cara yekemîn dewletê xwest daxwazên elewiyan guhdarî bike. Ev gelek girînge. Lê Otela Madimakê ku hate kamukirin û pirtûkên dersan yên elewiyan divê bên nîqaşkirin. Di rojeva hikûmeta AKP’ê der barê berlêvekirina Elewiyan de tu tiştek nîne û her wiha komên di meclisê de jî der barê mijarê de bi hestiyar tevnagerin. Pirsgirêka Elewiyan mijareke esas ya ku Tirkiyeyê demokratîk bike û normal bike ava dike. Ji paşerojê heta îro bi senaryoyên kurd hatiye îstîsmar kirin û partî û desthilatî neketine nava helwesteke çaresriyê.

Di berdewamiya raporê de wiha hate gotin: “Îsal li Semsur, Erzîngan û Dîdîmê malên welatiyên elewî hatin nîşan kirin. hin alî dixwazin ‘aloziya Elewî-Sunnî’ der bixin. Pîrsgirêk dîsa mahkumê neçareseriyê dikin. Dîsa dikin mijara senaryoyeke ‘kampbunê û globaliyê. Bi awayekî mafdar em ji pêşeroja xwe bi fikarin. Lê em dizanin ku jiyankirina van fikaran ne qedere û ji ber vê jî divê partiya îktîdarê ûhemû saziyên siyasetê mijarê bi awayekî cidî bigirin dest.”

Di rapora ku dê ji rayagiştî re bê aşkera kirin de, ji bo pirgirêka Elewiyan çi hewceye hate rêzkirin;

-Pirsgirêka Elewiyan divê di çarçoveya rêgezên di peyman û belgeyên ku wijdan û azadiyê dikin bi ewlehiyê û li gorî hiqûqa evrensel bigirin dest.

-Divê Elewî nêzîkatî û perspektîfeke ku ji nûve têkiliya xwe ya bi dewet û Suniyan re çawa ava dike, bi afirîne.

-Di vê Wezareta Diyanetê kul i dijî rêgezê dewletê ye bê rakirin. Ger ku ev sazî di civakê de bê qebûlkirin jî, dikare li derveyî teşkîlata dewletê jî hebe.

-Ji aliyê hin rêxistinên elewiyan tê gotin ku bila ji bo kal û pîran maaşê girê bidin. Divê dewlet li hemberî ol û baweriya bê alî be. Ger ku Elewiyan jî bike bi in bana dewletê ev nayê qebûlkirin. Çareserî ne ku kal û pîr bibin memur, çareserî divê mele jî divê statuyê bê derxistin.

-Divê ji malên cemê re statuya qanûnê bê nasandin. Ji bo çareseriya mayîn de divê Tekke û Turbeyên Zaviyeyan bên girtin û Qanûna Derbarê Îlgaya a Unvanan bê rakirin. Di her wiha divê di demek nêzî de bi sazkirinek nû ya di Qanûna Îmarê de li şûna têgehên wekê mizgeft û dêrê îbadestxane bên bikarnanîn.

-Di pirtûkên dersên olî de, bi piştgiriya elewiyan ji nûve tê nivîsin. Lê ev pênpêkirina mafan ji holê ranake. Naveroka wê çi dibe bila bibe, divê dersa olî ya ferzkirî bê rakirin.

-Otela Madimakê bi kamurkirinê re pêngaveke girînge lê têr nake. Divê Madimak bi awayekî baş bê sazkirin.