Komxebata DÎK'ê bi peyama 'Jin mecbûr in biserkevin' destpê kir

2'emîn Komxebata Jinan a DÎK'ê li Amedê destpêkir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku wê ola aşitiyê bibe ola jinên Misilman.

2'emîn Komxebata Jinan a DÎK'ê li Amedê destpêkir. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku wê ola aşitiyê bibe ola jinên Misilman. Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn jî ji girtîgehê peyamek şand komxebatê û got "Jin mecbûr in ku biserkevin."

2'emîn Komxebata Jinan a DÎK'ê, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê ya Amedê destpêkir. Ji Tirkiye û Kurdistanê hejmarek zêde jin tevlî komxebatê bûn. Di komxebatê de wê bi sernavên "Peymana Medîneyê û têkiliyên civakî", "Jin û berxwedan", "Pêşketinên li Rojhilata Navîn û Jin" û "Jin û civak" nîqaş werin meşandin. Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê endama KJA'yê û Şûraya DÎK'ê Suheyla Înal ve hate kirin. Înal, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê ku li ser navê Îslamê tevdigere û got feraseta AKP'ê hem ji aliyê fîzîkî ve hem ji aliyê ruhî ve jinê qetil dike. 

'JİN MEHKÛM İN KU BİSERKEVİN'

Pişti Înal, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, peyama Hevşaredara Erdîşê ya ji girtîgehê şandiye xwend. Keskîn di peyamê de bal kişand ser têkoşîna jinê û got "Jin mehkûm in ku biserkevin."

'OLA AŞİTİYÊ WÊ BİBE OLA JİNÊN MİSİLMAN'

Kaya jî di axaftina xwe de bal kişand ser DAIŞ'ê û got oldariyeke li ser esasê koletiyê dixwazin pêş bixin û li Tirkiyeyê jî ev xetere heye. Kaya wiha axivî: "Destpêkê bi xwe re, bi feraseta xwe re, bi saltanata Yezîd re divê têkoşîne bikin. Em dikarin Îslamê bikolin û nasnameya xwe ya Misilmantiyê ava bikin. Wê demê em jin dikarin bikevin ferqa hev. Wê demê, ne ola şer, ola aşitiyê wê bibe ola jinên Misilman. Ji bo aşitiyê û ji ber hemû zextan, pêdivî bi rêxistiniya jinê heye."

Piştî axaftinên vekirinê, komxebat ji çapemeniyê re hate girtin. Wê komxebat, bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî bibe.