BI DÎMEN

Komploya polîs-parêzer-doktor-dadgehê

Necmettîn Abî (18), ku di serdegirtina mala xwe de bi lêdanê ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin, di encama hewldanên parêzerê emniyetê de, ku xwe weke parêzerê baroyê da naskirin, hate girtin.

Abî giliyê vî parêzerî, polîsên 10 rojan îşkence lê kir û doktorên rapora lêdanê nedaye wî, kir.

Li Wanê, di nava salekê de gelek kes di encama komployên polîsan de hatin kuştin, tên kuştin û gelek mirov jî bi komployan tên girtin. Pêla girtinê bi vî rengî ye; polîs mirovên binçav dikin, bi dijwarî lê didin, doktor jî rapora 'tiştek pê nehatiye' dide, parêzerên ji bo polîsan dixebitin jî îfadeyên ku bersûc pê bê cezakirin, bi binçavkirî re dide gotin. Qurbanekî vê xefikê jî Necmettîn Abî yê 18 salî ye, ku berî niha bi 2 mehan li taxa Xaçortê hat binçavkirin. Abî di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Ji ber benzîn û lepikê polîsan danîn hewşa mala wî, dadgehê biryara girtina wî da. Tevî ku li ser van malzemeyan şopa tiliya Abî tine bû jî, hate girtin. Abî li pêş çavên malbata xwe bi lêdanê hate binçavkirin û hefteyekê di binê çavan de îşkence lê hate kirin. Piştî vê îşkenceyê ew birin Girtîgeha Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê, ku her deverê wî xwîn bû bû, lê belê doktoran rapora 'tenduristiya wî baş e' dan. Rewşa sosret bi vî rengî nema.

PARÊZERÊ EMNIYETÊ TEVLÎ ÎFADEYA WÎ BÛ

Di binê çavan de destûr nehat dayîn ku malbat û parêzerê ji aliyê Baroya Wanê ve hatiye şandin, wî bibînin. Salîh Taylan ê xwe weke parêzerê baroyê da naskirin, ku wê piştre eşkere bibûya parêzerê polîsan e, ji Abî re got, 'Tu tiştên dibêjim bike, çalakiyên polîs qala wan dike li xwe bigire, tu yê bê berdan'. Abî jî li ser vê yekê, bi gotinên vî parêzerî îfade da û di encamê de hat girtin û ew birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Wanê. Necmettîn Abî ku beriya niha 2 carên din jî hatibû binçavkirin, bi şertê 'serbestiya bi kontrol' hatibû berdan. Carekê di dema binçavkirinê de polîsan serê wî li panzerê xist û ji ber vê yekê xwîn rijiya ser mejiyê wî. Gelek caran gef lê dihat xwarin.

'WAN BI XWE DANÎN'

Dayika Abî Naciye Abî da xuyakirin, ku birîn û şopa lêdana ji binçavkirinên berê hê li ser bedena kurê wî hebûn û anî ziman, xisar li rehên mejî yên kurê wî hatine û timê di bin kontrola doktor de ye. Abî diyar kir, kurê wê bi komployekê hatiye girtin û got, "Berî 2 mehan, şevekê deng ji derve hat. Piştî 10 deqeyan deriyê mala me şikandin. Li her devera xaniyê me geriyan. Tiştek nedîtin. Piştre kurê min derxistin derve. Sobeyeke me hebû, ku min danê sibehê şuştibû û danîbû ber derî. ji hundirê wê sobeyê benzîn û lepik derxistin. Min bi destê xwe ew sobe şuştibû û danîbû ber derî. Tiştek di hundirê wê de tinebû. Wan bi xwe ew tişt xistin nava sobeyê û ji bo kurê min ceza bikin, xistin stuyê wî."

KURÊ XWE NAS NEKIR

Abî anî ziman, kurê wê bêguneh e û wiha dewam kir: "Dema avêtin ser mala me, berê çekê da serê min. Misilmanek vê nake. Ev DAIŞ'î ne. Çek dan serê kurê min ê biçûk û gef lê xwarin. Dema kurê min Necmettîn ji malê derxistin, li pêş çavên min 5 caran li ber panzerê pihîn lê dan. Di dema binê çavan de jî gelekî îşkence lê kirin. Ser û çavên wî werimî bû, xwîn bûbû. Gelekî li wî da bûn, lewma min ew nas nekir. Tevî vê yekê jî li nexweşxaneyê raporek li ser lêdana li wî hatiye kirin, nedan."

Abî da xuyakirin, ku di dema binê çavan de wan parêzer şandine, lê belê polîsan nehiştine parêzer kurê wê bibîne û bi berdewamî got, "Nehiştin parêzerê me şandibû, kurê min bibîne. Emrê kurê min biçûk e, ti gunehê wî nîne. Polîs ji kurê min er gotiye 'parêzerê te hat' û parêzerekî xwe şandine cem wî. Vê parêzerî jî ji kurê min re gotiye, 'Tu bi ya min bike, tu yê bê berdan. Îfadeya xwe bide. Bêje ku min ev kiriye. Tu yê sibe derkeve pêşberî dadgehê û were berdan. Ez bi wan re axivîm. Naxwe wê te bi saxî ji vir dernexînin'. Bi vî rengî ji kurê min xwest îfadeyê bide. Ji bo cezayekî giran li kurê min bê birîn, ew xapandin. Tevî ku ti gunehê kurê min nîne, ji ber polîs û parêzerê polîsan îfadeya şaş pê hate dayîn û delîlên zexte hatin afirandin. Bi vî rengî kurê min girtin û xistin girtîgehê."

GILIYÊ HEMÛYAN KIR

Abî ragihand, dema kurê wê derket pêşberî dadgehê, wê ew dîtiye, lê di binê çavan de nehiştine wî bibînin. Abî da zanîn, ku dema çav li kurê xwe ketiye tirsiya ye û got, "Ser çavên wî xwîn bû bû. Xuya bû ku li wî dane. Dadgehê pirsa 'çi bi te hatiye?' lê nekir. Bêyî ku li kurê min binêre, biryara girtina wî da. Piştî girtinê, giliyê parêzerê pê re rûnişt, parêzerê tevlî lêpirsîna wî bû, polîsê lê dan û doktorê rapora lêdanê neda wî, kir. Kurê min biçûk e. Çi ji wî xwestin? Bi gefê îfadeya şaş pê dan gotin. Tevî ku Baroyê parêzer şand, nehiştin wî bibînin û polîs parêzerê xwe şand cem wî. Îfadeya şaş bi kurê min dan gotin. Ez ê li pêşberî cezakirina kurê xwe bêdeng nemînim."

'EGER KURÊ MIN BERÊ XWE BIDE ÇIYÊ, EZ Ê ÇAWA JÊ RE BÊJIM; BISEKINE'

Dayika dilşewat da xuyakirin, ku ji mirin û girtina mirovan Serokkomar Erdogan berpirsyar e û got, "Şensekî din ê jiyanê nadin zarokên me. Timî zextê li me dikin. Niha jî eger kurê min rabe berê xwe bide çiyê, ez ê çawa karibim jê re bêjim; bisekine. Li pêşberî vê zilma li me tê kirin, ez ê çawa karibim jê re bêjim neçe û bikeve girtîgehê. Bila êdî ev şer biqede. Kes nemire, kes neyê girtin. Me di vî şerî de gelek can ji dest dan."