Komploya 15'ê Sibatê li Teqteqê hat şermezarkirin

Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Kerkûk Teqteqê bi meşekê hat şermezarkirin.

Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navçeya Kerkûk Teqteqê bi meşekê hat şermezarkirin. Meş ji aliyê rêxistina ciwanên welatparêz ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn.

Girseya gel piştî meşê li ber Mizgefta Gewre ya Teqteqê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Komîteya azadî ji Ocalan re Armanc Xalid li vir axivî û anî ziman ku di salvegera 17. de komplo hatiye pûçkirin. Xalid got, "Lê belê mirov nikarin bêjin ku serdest bi temamî dest ji vê komployê berdane. Êrîş û komkujiyên îro li Bakurê Kurdistanê tên kirin û tecrîda li ser Birêz Ocalan nîşan didin, ku hewl tê dayîn komplo di serdema nû de bicih bê anîn." Xalid bang li tevahiya gelê Kurd kir, ku li dijî komployê bi ruhê seferberiyê têbikoşin.

DIVÊ CIWAN CIHÊ XWE DI NAVA REFÊN YPS'Ê DE BIGIRIN

Li ser navê rêxistina ciwanên welatparêz Dilovan Hesen jî got, "Azadiya Rêberê me, berpirsyariya herî girîng a ciwanên Kurd e. Divê bi ruhê Apoyî û baweriya serketinê re têkoşîn li her alî bê xurtkirin. Weke ciwanên welatparêz, em soz didin ku têkoşînê li her qadê mezin bikin. Ciwanên Kurd îro li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke destanî nîşan didin. Heta dawiyê, ji bo serketina berxwedana gelê me em ê têbikoşin. Divê ciwanên Başûrê Kurdistanê dengê xwe tevlî dengê berxwedanê yê li Bakur bike û cihê xwe di nava refên YPS'ê de bigire."

...