BI DÎMEN

'Komplo wê bi ruhê Cizîr û Sûrê pûç bibe'

Gerîlayên li çeperên şer ên eniyên Kerkûkê bal kişandin ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û destnîşan kirin, ku ew ê bi ruhê Cizîr û Sûrê komployê pûç bikin.

Gerîlayên li çeperên şer ên eniyên Kerkûkê bal kişandin ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û destnîşan kirin, ku ew ê bi ruhê Cizîr û Sûrê komployê pûç bikin.

'BI RUHÊ BERXWEDANÊ ER WÊ KOMPLO TÊK BIÇE'

Gerîlayê bi navê Şahîn Amed bal kişand ser ruhê bi şiyara 'hûn nikarin roja me tarî bikin" ê li hemberî komployê derket holê û got; "Beriya her tiştî ez wan hevrêyan bi rêzdarî bibîr tînim. Em soz didin ku em ê heya dawiyê bi ruhê wan têkoşîn û berxwedanê xwe bilind bikin. Rêber APO di nava pergala Îmraliyê de komplo pûç kir û hişmendiya dagirkeran jî têk bir. Ev berxwedan û ruh gelê Kurd gihand asta herî bilind. Bêguman tecrîda niha li ser Rêberê me tê meşandin jî berdewama vê komployê ye. Êrîşên ku li ser Rêber APO û gelê Kurd tên meşandini di nava ti qanûnan de nîne. Bêqanûniyeke mezin tê meşandin. Ji ber tevahî dewletên navneteweyî di nava vê komployê de cihê xwe digirin, di nava bêdengiya mirinê de ne." Gerîla Şahîn Amed ji bo gelê Kurd got; "Pêwîste em êdî rastiyên ku tê jiyîn bibînin. Bi ruhê berxwedanê re wê komplo were têkbirin."

'BÊ BERXWEDANÊ SERKETIN BI DEST NAKEVE'

Amed di nava nirxandinên xwe de li ser berxwedana Bakurê Kurdistanê sekinî û ev nirandin kir; "Pêwîste li her derê bi ruhê serhildanê rabin li ser piyan. Em tevahî jiyana xwe bi ruhê berxwedanê bi rêxistin bikin. Di heman demê de em li her derê ruhê têkoşînê bilind bikin. Hingî em ê komploya navneteweyî têk bibin." Amed hovîtiya hikûmeta AKP û Erdogan li gelê Kurd dike nirxand û whia dewam kir; "Em li hember neyarekî bê exlaq û bê wijdan şer dikin. Lewma pêwîste tevahî gelê Kurd baş bizane bê berxwedanê serketin dest nakeve. Em baş bizanin ku heya em berxwedan û têkoşîna xwe bilind nekin, domdarî nekin em ê nikaribin pergala Îmraliyê jî hilweşînin." Amed bi vî rengî dawî li gotinên xwe anî; "Divê ji bo parastina xwe çi pêwîste mirov wê bike. Tevahî gelê Kurd ciwanên gelê Kurd beşdarî nava YPS û YPS-JIN bibin. Dem dema parastina ax, welat û namûsa xwe ye. Çiqasî em parastin, rêxistin û wekheviya xwe bi hêz bikin em ê ewqasî bikaribin komployê pûç bikin."

'BI RUHÊ YEKBÛYÎNÊ RE WÊ KOMPLO PÛÇ BIBE'

Têkoşer Tolhildan jî ev nirxandin kir; "Xwestin bi rêya komploya navneteweyî re Rêber Apo, tevgera azadiyê û gelê Kurd ji hev parçe bikin. Komplo li ser tevahî gelê Kurd hate meşandin. Niha hikûmeta AKP bi tevahî hêza xwe bi ser gelê Kurd ve tê. Em jî soz didin ku em ê hesap jê bipirsin û tola Rêberê xwe û gelê xwe jê hilînin. Em ê heya dawiyê bedela wê çi dibe bila bibe em ê Rêberê xwe û gelê xwe azad bikin û wê pergala Îmraliyê hilweşînin. Ji bo vê jî pêwîste em yekbûyîna xwe ava bikin. Bi ruhê yekbûyînê re wê komplo pûç bibe." Têkoşer bang li tevahiya gelê Kurd kir û got, "Em li hember neyarê xwe bi ruhê fedaî û berxwedanê bisekinin. Em hev tenê nehêlin. Ne tenê bi gotinê pêwîstî heye ku em di çalakiyên xwe de jî bi ruhê Cizîr, Sûr û Nisêbînê bijîn û bidij jiyîn." 

'WÊ SALA 2016'AN BIBE SALA AZADIYÊ'

Tolhildan bi vî awayî gotinên xwe dawî kir; "Em bi ruh û can tevlî pêvajoyê bibin. Bi rastî jî weke gelê Kurd em di pêvajoyeke gelek girîng re derbas dibin. Eger em dibêjin wê sala 2016 de bibe sala azadiyê ew dem pêwîste berxwedan, têkoşîn û çalakiyên me jî bi vî ruhî be. Em kêliyên şoreşê dijîn. Em ê bi ruhê yekbûyînê re weke gel, YPS, YPS-JIN û HPG-YJA Star em ê Kurdistanê rizgar bikin. Bi rastî jî eger em dixwazin Kurdistanê ji dagirkeran rizgar bikin hingî divê her kes cihê xwe di nava YPS û YPS-JIN de bigire. Wê demê em ê bi ser bikevin."

...