Komkujiya Roboskiyê ku 6 meh di ser de derbas bû û hêj kujer nehatin dîtin û darizandin li Riha û Mêrsînê bi girseyî hate şermezarkirin.
RIHA
Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê, di 6'emîn meha komkujiya li Roboskiyê ku jê 19 zarok 34 welatî bi balafirên şer ên tirk hatin qetilkirin de li ber avahiya BDP'ê çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de Serokê BDP'a Wêranşarê Mahmut Kaya, Wekîlê Şaredara Wêranşarê Mehmet Burun, Rêveberê BDP'ê û gelek welatî amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Me komkujiya Roboskiyê ji bîr nekir û em ji bîr nakin" vekir û dowîzên "Roboskî bi pereyan nayê ji bîrkirin" û "Roboskî şerma AKP'ê ye" bilind kirin. Serokê BDP'a Wêranşarê Mahmut Kaya, ani ziman ku dewleta Tirkiyeyê tenê ji komkujiya kurdan fam dike û tenê karê wê komkujiya kurdan e. Kaya, anî ziman ku dewlet li aliyekî sendîkavan, parêzer, rojnameger û siyasetmedarê kurd digire û li aliyê din malên perwerdehiyê yên şaredariyan digire. Kaya, xwest hikûmet dawî li van pêkanînan bîne û komkujiya li Roboskiyê ronî bikin.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê bi heman armancê li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bi girseyî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên KCD, HDK, ÎHD û Şaredarê Akdenîzê M.Fazil Turk jî di navde gelek kes amade bûn. Li Mêrsînê jî heman pankart û dowîz hatin vekirin û komkujiya li Roboskiyê hate şermezarkirin. Hevserkoka BDP'ê ya Mêrsînê Aynur Aşan, anî ziman ku kesên komkujiya Roboskiye şermezar dikin rastî pereyên cezayan tên û wiha got: "Dewletê hem komkuji pêk anî û hem destûrê nade em komkujiyê şermezar bikin."
Hevserokê BDP'ê Musa Kulu jî anî ziman ku ji ber gotiye polîsên Fetullahın ji aliyê dadgehê ve 7 hezar TL ceza lê hatiye birîn û xwest kujer bi lezgîn bên dîtin cezakirin. Pişti daxuyaniyê 4 otobusên dijê hêzên çevîk derdorê BDP'ê dorpêç kirin.