Komkujiya Roboskî diçe ber destê DMME
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin, ku piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a neşopandina komkujiya Roboskî, wê mijarê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin, ku piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a neşopandina komkujiya Roboskî, wê mijarê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
Li Roboskî, di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de 19 jê zarok 34 sivîl hatibûn qetilkirin. Tevî ku kiryarên vê komkujiyê hînê nehatine darizandin jî, dewleta AKP'ê mora xwe danî binê komkujiyeke din. Vê carê di 29'ê Gulana 2016'an de di encama êrîşa dewletê ya bi fermana AKP/Qesrê de, komkujiyeke duyemîn hat kirin û 2 sivîlên din ên ji Roboskî hatin qetilkirin.
Ji parêzerên vê dozê Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê parêzer Meral Daniş Beştaş, komkujiya Roboskî û doza wê ji ANF'ê re nirxand.
Beştaş da xuyakirin, ku komkujiya bi bomberdûmana balafirên şer hat kirin, li pêş çavên tevahiya cîhanê hatiye kirin û got, "Lê belê ji kêliya destpêkê ve AKP'ê bi daxuyaniyên xwe hewl da vê komkujiyê rewa nîşan bide.
Beştaş diyar kir, ji destpêka komkujiyê heta roja îro desthilatdariya AKP'ê li hemberî Roboskî polîtîkayeke taybet dimeşîne û got, "Di pêvajoya li ser komkujiya Roboskî de kiryar nehatin darizandin. Li şûna vê yekê, kampanyayeke bêperwa ya li hemberî mirovên xizmên wan hatine qetilkirin, hat meşandin. Divê komkujiya vê dawiyê ku 2 sivîlên din ên ji Roboskî hatin qetilkirin, di vê çarçoveyê de were nirxandin."
Beştaş da xuyakirin, AKP û Qesr bi destê dewletê, li hemberî welatiyên Roboskî yên bûne mexdûrê komkujiyê, doza xwînê dimeşîne û işaret bi 'pêvajoya lêpirsînê' kir, ku di dawiya dawî de biryara neşopandina komkujiyê ji aliyê dadgehê ve hat dayîn.
Meral Daniş Beştaş da zanîn, ku di serî de Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk, hemû endamên Desteya Ewlekariya Milî (MGK) haya wan ji vê bomberdûmanê hebû û wan bi xwe biryar dane. Beştaş destnîşan kir, Serokkomar ku hingî Serokwezîr bû Erdogan û hikûmeta wî tevî MGK'ê ev biryar standin û got, "Bi Biryara neşopandinê re xwestin vê yekê bêjin; 'em dikarin bikujin, dikarin komkujiyê bikin û em nayên darizandin. Giliyê hûn dikin jî bêwate ne.'" Beştaş da xuyakirin, ku li ser vê yekê wan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan e, lê belê dadgehê daxwaza wan red kiriye.
'KOMKUJIYA DAWÎ ENCAMA BÊCEZA HIŞTINA KOMKUJIYA DESTPÊKÊ YE'
Beştaş ragihand, bi tenê rêyek li pêşiya wan ma ye û ew amadekariyan dikin mijarê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Beştaş diyar kir, parêzerên dozê wê herî kêm di nava du hefteyan de dosyayê radestî DMME bikin û got, "Bêguman Tirkiye berpirsyarê vê komkujiyê ye. Li pêşberî dadgeheke navneteweyî jî wê berpirsyariya wê bê tescîlkirin. Di vî warî de gumaneke me nîne. Di heman demê de ev komkujî yek ji komkujiyên biçin ber destê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî. Qetilkirina 2 sivîlên din ên ji Roboskî jî pêwendiya xwe bi vê heye. Roboskiyan tazmînata ji bo komkujiya destpêkê hat dayîn qebûl nekirin, li nava raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê dengê xwe bilind kirin, li dij derketin û xwestin kiryar bên darizandin. Vê helwesta welatiyên Roboskî, desthilatdariya siyasî dîn û har kir."
Beştaş destnîşan kir, ku komkujiya dawî encama bêceza hiştina komkujiya destpêkê ye û got, "Eger kiryarên komkujiya Roboskî bihatina darizandin, wê li Cizîrê li jêrzemînan mirov nehatibûna qetilkirin. Eger kiryarên qetilkirina Vedat Aydin bihata dîtin, îro Hûrşît Kulter nedihat revandin. Ev mejiyê dewletê ye."
Beştaş da xuyakirin, ku tevî her tiştî jî kiryar wê nikaribin xwe rizgar bikin û mîna hemû komkujiyan wê hesabê vê komkujiyê jî bidin.