BI DÎMEN

Komkujiya li dijî ciwanên SGDF'yî li Marsîlyayê hat protestokirin

Kurdistaniyên li Marsîlyayê dijîn, lanet li DAIŞ û hevkarên wê kirin.

Di çalakiya protestoyî ya li meydana La Canebîere destpê kir de tevî endamên Partiya Komunîst a Fransayê endamên Navenda Çanda Elewiyan a li Marsîlyayê jî cih girtin.

Ciwanan di çalakiyê de bi hêrseke mezin dirûşmên "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Kujer DAIŞ, hevkar Tirkiye" qîriyan. Kurdistaniyan bang li her kesî kirin ku li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin û bang hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk kirin.

Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Marsîlyayê Yilmaz Açikyuz peyivî û got, "Me li Sêwas, Çorûm, Zîlan û herî dawî li Roboskî ev komkujî dîtin. Komkujî ti carî ne dûrî me bûn. Gelê Kurd bi sedan salan rastî gefa komkujiyê hat. Bi taybetî piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê planên komkujiyeke fîzîkî û siyasî li hemberî Kurdan dihat kirin. Serkêşê van polîtîkayên qirêj Hikûmeta AKP'ê ye. AKP piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo tolê hilîne êrîşî Kurdistanê dike û destekê dide çeteyan. Ev komkujî nîşaneya vê yekê ye! Êrîşa li hemberî endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Şoreşger, komkujiyek ji bo tinekirina nasnameya enternasyonalîst a Kobanê û ji bo tenêhiştina Kobanê ye."

Açikyuz anî ziman ku bersiva herî mezin a li hemberî van çeteyan bê dayîn, hîn bêhtir xwedîderketina li Kobanê ye û bang li gel kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî karê ji nû ve avakirina Kobanê bibe.

'JI BO ŞERMEZARKIRINA TECRÎDÊ DIVÊ HER KES DAKEVE QADAN'

Açikyuz bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anî ziman ku armanceke din a van êrîşan jî kûrkirina tecrîda li ser Ocalan e. Açikyuz got, "Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her kes dakeve qatan" û banga tevlîbûna meşa bi vê armancê ya 25'ê Tîrmehê li Marsîlyayê kir.

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...