Di çarçoveya 12'emin Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê de li ser Kaniya Halvorî ya Dêrsimê, kesên di salên 1938'an de hatin qetilkirin, bi çira û findan hatin bibîranîn. Di bîranînê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, diyar kir ku kesên duh li Dêrsimê komkujî pêk anîn îro li Roboskiyê komkujiyê pêk tînin û feraset nehatiye guhertin. Tuncel, anî ziman ku hêj polîtîkayên înkar û îmhayê berdewam dikin.
Di çarçoveya 12'emin Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê de komkujiya sala 1938'an a li ser kaniya Halvorî bi merasimekê hate bibîranîn. Di bernameya merasimê de Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, rêveberên BDP'ê û komek welatî amade bûn.
Komê di bernameyê de pankarta "Em komkujiya 1938'an nehet dikin" vekir û çira û find pêxistin. Komê li vir rêz girt û dua xwendin. Rojnameger Huseyin Ayrilmaz, anî ziman ku ji bo komkujiya Halvorî Dêrsimê bibîr bînin li vir kom bûne û komkujiyê şermezar dikin.
Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn anî ziman ku berê jî li dijî kurdan komkujî pêk hat û niha jî komkujiya li ser kurdan berdewam dike. Şahîn anî ziman ku 12 sal in vê kevneşopiya minhîcanê pêk tîne û heta hesab bê pirsîn û polîtîka bên guhertin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
Parlementer Tuncel jî helwesta dewletê ya li hemerî kurdan şermezar kir û wiha got: "Kesên duh li Dêrsimê komkujî pêk anîn îro li Roboskiyê komkujiyê pêk tînin. Ji ber ku feraset nehatiye guhertin. Hêj polîtîkayên înkar û îmhayê berdewam dikin. Îro CHP û AKP li ser vê mîrasê komkujiyê rûniştiye. Polîtîkayên bişaftin û perçekirinê didomin. Polîtika û hişmendî nehaiye guhertin û komkujî didome. Divê li hemberî vê hişmendiyê têkoşîn xurt bibe. Em dê têkoşîna xwe ya li hemberî vê hişmendiyê xurttir bikin."