Komîteya Parastinê ya Rojavayê Kurdistanê ku parastina gelê Rojavayê Kurdistanê girtiye ser xwe bendên xwe yên kontrolê li bajarê Amûdê jî danîn.
Hat ragihandin ku Komîteya Parastinê li kolan û qadên Amûdê bendên xwe yên kotrolê û parastinê danîn û bi şev û roj bajêr diparêzin.
Gelê bajarê Amûdê keyfxweşiya xwe ya li hemberî vê yekê anîn ziman û diyar kirin ku dê bajarê wan bi ewle bibe, were parastin û dê pêşî li komên dizan û revandina mirovan were girtin.
Hêjayê gotinê ye ku Komîteya Parastinê ya Gel, ji ciwanên dilxwaz ên Rojavayê Kurdistanê tên û li piraniya deverên Kurd lê hene diparêzin.
Komîteyê bang li hemû ciwanên Kurd kirin ku tevî komîteya parastinê bibin û gelê xwe li hemberî gef û êrîşan biparêzin.