Komîteya Têkiliyên Derve ya Rojava hat sazkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya Rojava hat sazkirin

Li bajarê Qamişlo doh di encama civîneke berfireh de ya Desteya Bilind a Kurdan de komîteya têkiliyên derve ya Desteya Bilind a Kurd ji 10 kesan hat avakirin. Komîte dê bi navê Kurdên Rojavayê Kurdistanê dîplomasiyê bike û di asta navneteweyî de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bixebite.

Piştî mohrkirina peymana hevkariyê ya di navbera Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encumena Niştimanî ya Kurd de, di 24ê tîrmehê de Desteya Bilind a Kurd hat avakirin. Ji destpêka damezrandina xwe ve, desteya Bilind a Kurd di nava kar û xebata avakirina komîteyên hevbeş de ye.

Doh li bajarê Qamişlo di encama civîneke berfereh de Komîta têkiliyên derve ya Desteya Bilind a Kurd ji 10 kesan hat avakirin. Kesayetiyên siyasî yên ku ciyê xwe di nava komîteya têkiliyên derve ya Desteya Bilind a Kurd de digrin ev in:

Salih Gedo, Mustefa Oso, Beşar Emîn, Hesen Ismaîl, Doktor Ebdilkerîm Umer, Îsa Hisso, Hediye Umer, Elî Mihdî, Xerîb Hisso û Zûhat Kobanî.

Der barê civîna damezrandina komîta têkiliyên derve de Ebndamê Komîteyê Salih Gedo ragihand ku wan di civînê de gelek xalên giring bi taybetî jî awayê rêxistinkirin û birêvebirina kar guftûgo kirine, herweha şanê kar û xebata paşerojê ya Komîteya têkiliyên derve destnîşan kirine.

Siyasetmedar û endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Desteya bilind a Kurd Salih gedo axaftina xwe weha dewam kir: “Tişta herî giring ew e ku em endamên komîte me lihevkiriye ku em weke tîmekî xebatê bi hev re kar bikin.”

DESTEYA BILIND A KURDAN

Desteya Bilind a Kurdan a ku bi biryara hemû rêxistin û partiyên Kurdan hat avakirin, ev yek cara yekem e ku piştî peyaman Lozanê ya ku Kurdistan têde hate parçekirin. Jixwe ev yekem car e ku li parçeyek a Kurdistanê bi beşdariya hemû kom û partiyên Kurdan rêveberiyeke wiha hevpar tê avakirin. Tişta girîng ew e ku ev yekem car e ku ev qas partiyên Kurd bi hev re dîplomasiyê dikin û bi armanca parastina gel xebateke wiha hevpar dikin.

Desteya Bilind a Kurdan ku nunertiya hemû Rojavayê Kurdistanê dike, ji 10 endaman pêk tên:

Endamên Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK): Salih Mislim, Sînem Mihemed, Aldar Xelîl, Ronahî Delîl, Ebdilselam Ehmed.

Endamên Encumena Neteweyî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS): Ehmed Silêman- Saaud Mele - Îsmail Heme - Nasir Alltin Îbrahim - Muhiyealltin Şêx Elî.