Komîteya Rêveber a PKK’ê sembola têkoşîna azadiyê Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê hezîrana 1996 de li Dêrsimê di çalakiya fedayî de jiyana xwe ji dest da bi daxuyaniyekê bi bîr anî.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya di malpera xwe ya fermî de weşand de got, “Partiya me weke tevgereke qehremantiyê hatiye avakirin û pêş ketiye, Hevala Zîlan kevireke bingehîn ê vê dîroka qehremantiyê ye. Em Hevala Zîlan di 16’emîn salvegera çalakiya wê ya fedayî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, em hemû şehîdên xwe yên ku bi biryardariyeke mezin ev qehremantî afirandin, Rêber Apo û gelê xwe silav dikin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “ Hevala Zîlan a ku li hemberî êrîşa hovane ya ku dewleta mêtînger û qirker a Tirk, di 6’ê gulana 1996’ê de bi armanca tunekirinê li hemberî Rêbertiya me pêk anî, nîşan da ku em ê di her şert û mercan de Rêbertiyê biparêzin. Hevala Zîlan bi qasî nunertiya xeta serkeftinê ya partiya me PKK dike, nunertiya berxwedêriya gelê Kurd û fekdarî û wêrekiya jina Kurd a ku xwe digihîne kûrahiyê dîrokê jî dike. Zîlan bi vê çalakiya xwe bûye sembola fedayîtiya Apocîtiyê; Fedayîtiya Zîlan bûye malê hemû milîtanên partî û gelê me, û bûye temînata serkeftina partiya me.”
Hevala Zîlan mînaka herî berçav a xwedîderketin û parastina Rêbertiyê, û bi awayeke rast fêmkirina têkoşîn, yekparî û yekitiya têkoşîna me ye. Em dikevin 16’emîn salvegera şehadeta Heval Zîlan, ev yek ji nirxên me yên herî pîroz e. Di 16’emîn salvegera bîranînê de dîsa êrîşên li hemberî Rêbertiyê berdewam dikin. Rêbertiya me di tecrîdeke bêhempa de tê ragirtin, jiyana wî li hemberî tevger û gelê me weke hincetek a şantaj û tehdîtê tê bikaranîn. Ji bo pêkanîna komkujî û qirkirina li hemberî gelê me hemû derfetên dewletê xistiye dewrê, operasyonên qirkrin û tunekirinê yên bi piştgiriya NATO’yê li hemberî tevger, gel û gerîlayên me bê navber berdewam dikin. Faşîzma AKP’ê dixwaze bi hemû fêl û hîleyan bi kar bîne û encamê werbigire. Di demek wiha de, ji her demê zêdetir pêwîstî bi bi rastiyek fedayî ya hevala Zîlan temsîla wê kir heye.
Hevala Zîlan, bi ruhê fedayîtiyê bersiv daye êrîşên li hemberî rastiya Rêbertiya me û di xeta xwedîderketina li Rêbertiyê de pêşeng e. Şopdarên wê Bermal, Rewşen, xeta Zîlanê berdewam kirine û diyar kirine ku ger êrîş li hemberî Rêbertî û gelê me pêk bên, dê li rastî xeta fedayîtiyê bên, hevalên me Berwar, Şaristan, Rozerîn, Rojbîn vê rastiyê veguherandine kevneşopiyekm. Fedayîyên Tabûra Nemiran a Şehîd Zîlan ku navê xwe ji hevala Zîlan wergirtiye, heval Andok û Êrîş ne tenê ruhê gerîlayan, di heman demê de ruhê gelê me ne jî. Hevala Zîlan ne tenê fedayîyek e, bi lêgerîna xwe ya ji bo jiyanê, bûye bingeha têgihiştina azadîxwaz a jiyana gel û tevgera me. Rêber Apo gotiye “Fermandar Zîlan, em di bin fermana wê de ne”, çanda berxwedêriya Zîlanê şibandiye çanda xwedawendan, û weke li Kurdistanê ji nû ve avabûna zanebûn û afirêneriya jinan a ku şoreşa Neolîtîk pêş xistin û civakbûnê afirandin, pênase kiriye.
Wateya rêbertî û gel rast fêmkirin û rast tevlîbûyîn, xwegihandina zanabûnekî azadiya rast û li gorî wê hêza jiyana xwe nîşan kiriye, dîsan careke din di civaka me de rolê afirêner, avakar û pêşeng ku di dîrokê de nûnertiya jinê dike, di partiya me de di kesayeta Hevala Zîlan de ev taybetmendî gihiştine asta herî bilind û evane heqîqetên me yên bingehîn in. Partiya me PKK ku xwe li van heqîqetên bingehîn rapêçaye, bi hêza ku ji vê digire li hember hemû hewildanên dijmin bi awayek zanabûn radiweste û dê bi vê hêza xwe ya pêşeng tekoşîna azadiyê bigehîne serkeftinê.
Di pêvajoya borî de hevalên me Andok û Êrîş li hemberî tecrîda li ser Rêbertiyê didome, li ser xeta rêheval Zîlan bi awayek fedaiyane, ketine kelehên ku dijmin hesap dikir nikarin bikevinê, û karîne qeleya wan birûxînin. Dîsan jî 14 hevalên me yên di êrîşa li ser qereqolên Şitazin û Oremarê ku bi erdê re kirin yek, nîşanda ku êdî li hember tecrîda li ser Rêbertiyê tehemula wan nemaye. Tecrîda li ser Rêbertiya me dê di meha tîrmehê de sala xwe tije bike. Li beramberî vê gêrîlayên me ku temînata azadiya Rêbertiya me ne, dê çalakiyên xwe di xeta fedaîtiyê de bilind bikin. Gelê me dê li dijî polîtîkayên mêtînger, faşîzim û komkujiyê, di xeta Rêbertiyê de berxwedana xwe bilind bike. Rejîma mêtînger û komkuj deşîfrebûye ku dest ji polîtîkayên xwe yên feraseta 16 sal beriya niha bernedaye. Faşîzma AKP’ê ya rûyê wê yê qirêj li dijî hemû berxwedanên gelê me derketiye holê, li her qadê tengav dibe û bi hemû komên civakê re di nava pevçûnê de ye. AKP’e li gel sîstema xwe ya înkar û îmhayê li hember gelê me yê rastiya Zîlanê dijî û bi berxwedana tevgera me wê nekarin xwe ji goristana nelet û sûcdaran rizgar bikin.
Em 16’mîn salvegera şehadeta Hevala Zîlan di kesayeta hemû şehîdên qehreman de bi rêzdarî û minetdarî bi bîrtînin, em dibêjin em dê bi rêbaza Zîlanê Şerê Gel yê Şoreşgerî xurt bikin û xwe bigihînin serkeftinê, em carek din soza xwe nû dikin ku, em ê bîranînên wan bi serkeftî têxin meriyetê.”