Komên li Fîskayayê rê qutkirin xwepêşandana protestoyî pêkanîn

Komên li Fîskayayê rê qutkirin xwepêşandana protestoyî pêkanîn

Mitînga ku BDP’ê û KCD xwest roja 14’ê Tîrmehê lidarxîne lê belê parlementer û gel rastî êrîşa hovane ya polîsan hat, komên ku ev êrîş protesto kirin li navçeyên Rezan û Sûrê xwepêşandanên protestoyî pêkanîn. Komên ku li semta Fîskayayê rê li trafîkê girtin, wesayîtên zirxî yên xwestin mudaxele bikin, bi kevir û bombeyên deng êrîşkirin. Her wiha li Rêya Sento duh şev komekê xwepêşandana protestoyî pêkanî bû.

Li gorî agahiyan, komên ku rêya nêzî pira diçe Zanîngeha Dîcleyê ya li semta Fîskaya ya navçeya Sûrê girtin, bi kevir, lastîk û daran bend danîn û agir bibendê xistin. Komên ku ji bo PKK’ê slogan avêtin wesayîtên zirxî yên xwestin mudaxele bikin, bi guleyên hewayî û bombeyên deng bersiv dan polîsan.

Piştî mudaxeleya polîsan ya bi bombeya gazê û ava şit, wesayîtên zirxî rê ji trafîkê re vekir.

Komên ku li ser rêya Sento ya navçeya Rezanê hatin gel hev, ji bo PKK’ê slogan avêtin û ketin meşê. Piştî ku polîsan mudaxele kir, komê jî bikeviran bersiv da polîsan û heya derengî şevê pevçûna dom kir.