Komalên Ciwan: Ruhê 14’ê Tîrmehê mizgîniya serketinê dide me

Koordînasyona Komalên Ciwan, di daxuyaniya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê de got, “Ruhê 14’ê Tîrmehê mizgîniya serketinê dide me. Tevlîbûna vî ruhî, pêşxistina berxwedanê bersiva herî xweşik a ji rastiya şehîdan re ye.”

Koordînasyona Komalên Ciwan, di daxuyaniya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê de got, “Ruhê 14’ê Tîrmehê mizgîniya serketinê dide me. Tevlîbûna vî ruhî, pêşxistina berxwedanê bersiva herî xweşik a ji rastiya şehîdan re ye. Di rêya şehîdan de şopdariya wan kirin, watedarkirina berxwedan û jiyanê ye.”

Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe ya têkildarî 14’ê Tîrmehê de got, “Em di şexsê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê yên qehremanên mezin ên xeta berxwedanê û ruhê şoreşa me ya azadiyê diyar dikin, tevayî şehîdên me yên azadiyê bi rêz û hurmet bibîr tînin.

Wek ciwanên Kurdistanê yên şopdarên Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û stêrka me ya sor Alî Çîçek ên rê nîşanderên berxwedana di şoreşa Kurdistan û bi berxwadanê bidestxistina serketinê ne, soz didin em ê vî ruhê berxwedanê heta serketina mezin a mirovatiyê bê bêhnvedan berdewam bikin.

Koordînasyona Komalên Ciwan wiha dewam kir:

“Mîlîtanên azadiya Kurdistanê , jin, ciwan, zarok û gel her yek ji wan bi baweriya ji vî ruhî girtiye her kêliya têkoşînê bi berxwedanên mezin pêşwazî dike û ber bi serketinê ve diçe. 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê bû şêwazê bawerî, dilsozî, biryardarî û jiyanê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev ruhê di Zîndana Amedê li hember zilm, dagirkerî û faşîzmê li ber xwe da û her ku li ber xwe da rêya jiyana bi rûmet nîşanî ciwanên Kurdistanê kir, bi bawerî û biryardariyeke mezin li Rojavayê Kurdistanê bi hemû heybeta xwe didome.

Koordînasyona Komalên Ciwan got: “Di van rojên berxwedanê yên em her roj şehîdên xwe pêşwazî dikin, dilsoziya xwe ya bi wan re nîşan didin, şehîdên xwe bi awayekî layiqî wan û bi heybet pêşwazîkirin wezîfeya esasî ya hemû gelê me yê welatparêz e.

Ciwanên Kurd berpirsyar e vê berxwedanê bi awayekî herî bi rûmet mezin bike. Bersiva herî xweşik a dilsoziya bi şehîdan re di asta herî jor de xwedîderketina li şehîdan e. Dilsoziya bi şehîdan re bi pêkanîna xeyalên wan çêdibe…. Ruhê 14’ê Tîrmehê mizgîniya serketinê dide me. Tevlîbûna vû ruhî, pêşxistina berxwedanê bersiva herî xweşik a ji rastiya şehîdan re ye. Di rêya şehîdan de şopdariya wan kirin, watedarkirina berxwedan û jiyanê ye.”

Koordînasyona Komalên Ciwan di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

“Em soz dikin ku vê berxwedana bi heybet a hevrêyên me yên şehîd mezin bikin û bêmirin bikin. Em bang li tevayî ciwanên Kurdistanê dikin ku xwedî li vê rastiya watedar a şehîdên me derkevin û bi rûmet beşdar bibin.”