Komalên Ciwan: PKK’ê xeleka koletiyê şikand, saltanat xera kir
Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya 37. salvegera damezirandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna refên PKK’ê li ciwanan kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya 37. salvegera damezirandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna refên PKK’ê li ciwanan kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya 37. salvegera damezirandina PKK’ê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna refên PKK’ê li ciwanan kir.
Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Di serî de 37. salvegera damezirandina partiya me PKK’ê, destpêkê li gelê me yê welatparêz li tevahî gelên cîhanê pîroz be. Tevgera me ya azadiyê ya ku 37 sal berê bi komek ciwanên şoreşger li gundê Fîsê hat avakirin îro gihiştiye milyonan, li hember pergala kapîtalîst bûye partiyek berxwedanê ya hêviyên azadiyê ji nû ve dibişkuvîne.”
'JI BO TEVAHÎ GELAN ROJA VEJÎNÊ'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 27’ê Mijdarê ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo tevahî gelên alîgirê azadî û demokrasiyê destpêka pêvajoya şoreşê, roja vejînê ye. Daxuyanî wiha berdewam dike: “27’ê Mijdarê roja destpêka pêvajoya şkandina zincîrên koletiyê yên jinan, ciwanan û tevahî gelên hatine pelçiqandin, xerakirina saltanatên serwera ne.”
'DEWLETA TIRK LI HEMBERÎ PKK’Ê BÊ ÇARE MA'
Di berdewama daxuyaniyê de ev hatin ragihandin:
“Sekna li hember pergalê ya Hakî Kareran, Alî Çîçekan, Akîf Yilmazan, îro li Cizîrê, Farqînê, Nisêbînê, Geverê bi rûhê berxwedanê yê Bermalan, Gelhatan û Êrîşan re bûye yek, PKK’e ber bi merheleyek herî nêzî serketinê aniye. Ji avakirinê PKK’ê ve bi xeyalên gelê me yên azadiyê yên her diçe mezintir dibin, îro bi îlanên xwerêveberiyê şênber bûye û di pêşengiya ciwanên Kurdistanê de bûye destanek berxwedanê ya pêş dikeve. Çawa PKK’ê xwe wek partiyek ciwanan ava kiribe, îro jî her wiha bi heman pêşengiyê ji karakter û dînamîzma ciwantiya xwe ti tişt winda nekiriye, berevajî her diçe hê zêdetir mezin bûye. Li gundê Fîsê derketina navê PKK’ê ya bi rûhê ciwantiyê bûye gelek, gel jî bi baweriya roja serketinê her roj hê bêtir bûne PKK’yî.
Dewleta TC li hember îradeya berxwedanê ya gelê me bi rûhê PKK’ê raber dike bê çare maye, hê jî wek wê karibe PKK’ê tasfiye bike ketiye nav hewldanên bê wate. Bê gûman tiştê ku dijmin ewqasî bê çare hiştiye, dest û lingê wî girêdaye îradeya serhildanê ya ku têkoşîna berxwedana destanî ya PKK’e bi salan dimeşîne ye. Bi têkoşîna bê hempa ya Rêbertiya me û şehîdên me yê ku navê PKK’ê di nav rûpelên berxwedanê yên dîrokê de nivîsand, her diçe zêdetir gelê me bi rastiya têkoşînê re daye nasîn.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişand ku li hember tevahî polîtîkayên tasfiye û êrîşan, PKK’e ji bilî şîara, “berxwedan jiyan e” ti tiştê din qebûl nake, daxuyanî wiha berdewam dike:
'EM BANGA NAV REFÊN PKK’Ê Û MEZINKIRINA BERXWEDANÊ DIKIN'
“Divê neyê jibîrkirin ku îro dîsa li dijî şerê li hember rastiya berxwedanê ya PKK’ê hatiye destpêkirin ji bilî berxwedanê û serketinê ti alternatifên me yên jiyanê tinene. PKK’e wê bi azadiya Rêber Apo ve Kurdistanê an azad bike an jî azad bike, ji bilî vê ti rastiyên din tinene. Li ser vî esasî, bi şîara, ‘me bi ciwantî destpêkir, em ê bi ciwantî bi dawî bikin’ bersivdayina Rêber Apo yê ku perspektîfa herî watedar daye ciwanên Kurdistanê, axa Kurdistanê îro li rastiya dijmin tengkirin û berxwedana xwerêveberiyê xurtkirin e. Li ser vî esasî, em banga tevlîbûna refên PKK’ê û mezinkirina berxwedanê li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin. Li ser vî bingehî em careke din cejna vejîna gelê xwe pîroz dikin, soz û biryardariya serketina xwe dûbare dikin.”