Rêxistina Komalên Ciwan a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê bi tevlîbûna 300 endamî konferansa xwe li dar xist. Di konferansê de, bang li ciwanên Kurd hat kirin da ku neçin leşkeriya rêjîmê û ji bo parastina nirêxên şoreşê ji ciwanan hat xwestin ku xwedî li Yekîneyên Parastina Gel derkevin.
Di konferansê de hat ragihandin ku Desteya Bilind a Kurd nûnertiya rêxistina Komalên Ciwan dike. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve ciwanên Kurd her tim li qadan serkêşiya şoreşê kirin.
Komalên Ciwan ya bajarê Amûdê yekemîn konferansa xwe lidar xist. Konferansa bi slogana "Ciwan misogeriya serkeftinê ne" bi tevlîbûna 300 kesî pêk hat. Destpêka konferansê hemû cangoriyên şoreşa azadiyê hatin bîranîn.
Paşê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê ciwanan de, bi riya sînevizyonê hat nîşandan. Nûnerê rêxistina Komalên Ciwan û endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Hisên Çawîş di konferansê de axivîn.
Rêveberê Tev-dem'ê Çawîş îşaret pê kir ku piştî hevkariya di navbera Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî de, dijminên gelê Kurd xistina nava qelaqê û bang li ciwanan kir da ku bibin parêzvanê yekîtiya netewî.
Beşdarên konferansê jî, derbarê pirsgirêkên ciwanan yên bajarê Amûdê nêrînên xwe anîn ziman. Piştî nirxandinên berfereh, hin biryarên girîng yên di konferansê de hatin wergirtin weha ne:
-Ciwan li dijî bazirganiya narkotîkê û karên ne exlaqî wê têkoşînê xurt bikin.
-Pêşxstina çand û hunera Kurdî.
-Di serî de rêjîma Baasî ya şovenîst, wê li dijî hêzên ku nasnameya Kurd înkar dikin, têkoşîn were xurtkirin.
-Ciwan wê bibin pêşengê avakirina rêveberiya xweser.
-Divê ciwanên Rojava nebin leşkerê rêjîmê û xwedî li Yekîneyên Parastina Gel derkevin.
-Rêxistina Komalên Ciwan Desteya Bilinda a Kurd weke nûnertiya xwe qebûl dike û wê li gorî biryarên desteyê tevbigere.
-Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşînê xurt bikin.
-Xurtkirina têkoşîna li dijî tûndiya li hemberî jinê.
Dawiya konferansê, desteya Komalên Ciwan a bajarê Amûdê ku ji 11 kesan pêk tê hat hilbijartin. Piştî ku endamên hatin hilbijartin sozên xwe dan, endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Hemze Tolhildan konferans bi encam kir.