Rêxistina Komele Ciwan, kuştina nûnerê rêxistina Ciwanên Roava Çekdar bi tundî şermezar kir û got ku dê tekoşîna xwe bilindtir bikin. Komelên Ciwan da zanîn ku dê bi têkoşînê xwedî li bîranîna Çekdar derkevin.
Koordîasyona Komele Ciwan ji b Çekdar ku ji aliyê komeke çekedar li Helebê hate revandin û kuştin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Çekdar ji aliyê rejîma Baas, dewleta tirk û hevkaran hatiye kuştin û got “ji bo bîranîna wî dê têkoşînê bilindtir bikin û xwdî li têkoşînê derbikevin”.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Rojhilata Navîn bihara gelan didome. Gelê kurd jî ji bo vê pergala koletiyê bişikîne ketiye nav berxwedaneke mezin. Li Suriyeyê jî li Rojavayê Kurdistana me ev demeke pêvajoya berxwedanê didome. Gelê me yê rojava ji bo mafê xwe yên esas yê netewî bigire helwesta xwe nîşandaye. Bi vê hewldan û helwesta gelê me yê berxedêr, Rojavayê Kurdistanê hêdî hêdî ber bi azadiyê ve diçe. Gelê me di vê têkoşîna xwe ya mafdar de heta niha bi hêza xwe meşandiye. Bi sekna xwe ya serbixwe , nebûye maşeya hêzên emperyalîst. Ev sekna gelê me qezencên girîng ji bo netewa kurd daye qezenckirin. Vê rewşê dewleta tirk ku pêşengtiya înkar û îmha kurd dike jî, gelek tirsandiye. Dewleta tirk ji ber vê ji bo ku gelê kurd qezencekê bi dest nexe ketiye nava hewldanke mezin. Ev rastî piştî pêvajoya şoreşa Suriyeyê pêk hatiye. Herî dawî bi giştînameyeke ku dewleta tirk şandibû Hewlêrê ev aşkera bû. Daxwaza komployê ya dewleta tirk derket holê. Nêzîkatiya rejîma Baasê jî di heman çarçoveyê de ye.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du rejîm jî dixwazin têkoşina kurdan qels bikin û wiha pêde çû: “Di nava hewldana komployek mezin de ne. Herî dawî heval Çekdar di encama vê komployê de şehîd ket. Berê li Helebê 3 welatiyên me yên welat parêzin di encama vê kompoyê de şehîd ketin. Piştî li Efrînê kirin meriyetê. Ev êrîş bi hevkariyeke hêzên derve pêk tê. Di serî de jî deweleta tirk hevkarê vê ye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Aliyekê din yê ku heval Çekdar şehîd kir jî helwesta wÎ ya şoreşgerî bû. Her ku rêxstina pêşeng da ciwanên Kurdistanê KCRK bi hêz bibe û faliyetên qirêj deşîfre bike dê dijminên kurd nerehet bibin. Ji ber ku hesabên ku ciwanên kurd bi xwe ve girê bidin heye. Çekdar heval di esasê de şehîd hatiye xistin. Ev êrîş dixwaza ciwanên kurd bidin tirsandin. Lê gelê kurd yên wleat parêz û ciwanên kurd bi tevlibûna cezaneyê heval Çekdar bersiv dane dijminên xwe. Tevgera Ciwanên Apocî her carê kadroyeke xwe şehîd dide. Tu şehadet dê têkoşîna me binpê neke. Em div esasê de tê têkoşîna xwe bilintir bikin.”