Komalên Ciwan: Em bersiva pêwîst bidin mêtîngeriya AKP'ê!

Komalên Ciwan nerazîbûneke tund nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da û got, "Ciwanên leheng ên bakur, ku bi canbexşane dilsozên azadî û nirxên xwe ne, wê sîleya berxwedanê li mêtîngeriya AKP'ê ya har bixin."

Koordînasyona Komalên Ciwan têkildarî faşîzma AKP/qesrê û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rejîma AKP'ê ya qirkirinê faşîst û maşikên wê, her roj êrîşên xwe yên li dijî gelê me û nirxên me zêde dikin û mîna marê birîndar dixwazin her kesên mûxalîf bitepisînin. Zîhniyeta Erdogan a darbekar, her kesên li dijî dîktatoriyê ne, bi gotina 'dijminê dewlet-milet' dike hedef û bi her rêbazên namerdî êrîşî wan dike. Xeleka dawî ya van êrîşên qirkirinê jî li dijî parlamenterên HDP'ê hat kirin, ku vîna hilbijartî ya gelê Bakurê Kurdistanê ne. Çeteyên Erdogan ê dîktator û faşîst, bi rengekî korsanî parlamenter dîl girtin."

'TEVLÎ NAVA REFÊN AZADIYÊ BIBIN'

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Bila hostayê faşîzmê Erdogan ê kujer vê baş zanibe; ciwanên Kurd serê xwe li ber ti faşîstî netewandine, li pêşberî ti zilmê bêdeng nemane û ti carî li êrîşên li dijî nirxên xwe temaşe nekirine. Rastiyeke din a ku Erdogan û dewleta wî nikare ti carî xwe lê ragire jî wê ev be. Ciwanên leheng ên bakur, ku bi canbexşane dilsozên azadî û nirxên xwe ne, wê sîleya berxwedanê li mêtîngeriya AKP'ê ya har bixin. Li ser vê bingehê weke Komalên Ciwan em ciwanên Qoser, Mersîn, Edene, Stenbol û Ewropayê ku ji niha ve qala lê ne veguherandine çepera berxwedanê silav dikin.

Di vê çarçoveyê de em bang li tevahiya ciwanên çep, sosyalîst û Elewî yên Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropayê dikin:

Rabûna li ber sîstema mêtîngeriyê, bi herikîna li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dibe. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Apoyî, şoreşger û milîtan dikin, ku tevlî nava refên gerîla bibin û tola şoreşgerî hilînin.

'DIVÊ BI HEMAN RENGÎ BERSIV WERE DAYÎN'

Li dijî qirkirina siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê em bang li hemû ciwanan dikin ku bi pêşengiya tevgera ciwanên şoreşger dakevin qadan û mêtîngeriyê parçe bikin. Mafekî rewa ye ku bi heman rengî bersiv ji her êrîşa hêzên mêtînger ên Tirk ên dagirker re bê dayîn. Bi girtinê divê bersiv ji girtinê, bi dîlgirtinê re bersiv ji dîlgirtinê bi şewitandin û xerakirinê re bersiv ji şewitandin û xerakirinê re were dayîn.

Em bang li ciwanên Botanê dikin, ku ruhê şoreşgerî yê ciwanên Bakurê Kurdistanê temsîl dike, bang li ciwanên Serhedê dikin ku di fedayîbûnê de derketiye asta herî bilind, bang li ciwanên Amedê dikin ku navenda îsyan û şoreşa Kurdistanê ye, bang li ciwanên Garzanê dikin ku divê di têkoşîna me ya azadiyê de bi erka pêşengtiyê rabin û ciwanên başûrrojava dikin, ku ji aliyê tevgera PKK'ê ve weke qada Tolhildaê tê pênasekirin, ku xwedî li rûmeta xwe derekve û heta azadiay Rêber Apo tevlî pêngava me ya şoreşgerî bibin.

'ROJ ROJA JINÊ YE!'

Jinên ciwan ên li her qada jiyanê dilê wan ji bo azadiyê lê dide; roj roja jinê ye. Roj roja azadî û serketina jinê ye. Roja ji hevxistina desthialtdariya AKP-Erdogan e ku li Rojhilata Navîn rêxistinbûna siyasî ya zîhniyeta mêrê tecawizkar, dagiker û faşîst e. Em bang li jinên ciwan dikin ku bi xurtî pêşengiyê ji serhildanên heyî re bikin. Jİ ber ku ti şoreş bêyî jinê bi ser nakeve.

Em careke din dibêjin, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, em ê bi pêşengiya ciwanên têkoşer, li dijî qirkirin û komkujiyan, pêngava şoreşgerî mezin bikin û vîn û gelê xwe biparêzin."