Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurd kir

Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurd kir

Rêxistina Komalên Ciwan der barê yekemîn salvegera tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan de daxuyaniyek weşand û bang li ciwanên Kurd kir ku heta azadiya Ocalan li her derê têbikoşin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk Ocalan di şert û mercên dijî mirovahiyê de radigire û xwestin bi dîlgirtina Ocalan PKK’ê tune bikin. Komalên ciwan li hemberî vê yekê bang li ciwanên Kurd kir.

Komalên Ciwan bal kişand ser îşkence û tecrîda giran a li ser Ocalan û got; “Bi taybet di îsala ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn diguherin, Rêber Apo yê ku ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê alternatîfekê afirand, ji 27’ê tîrmeha 2011 ve di tecrîdeke girankirî de ye.”

Rêxistina ciwanan got; “Weke dijminê xafil ji bîr kiriye, Rêber Apo ne weke rêberên klasîk ê Kurdan ne, hevalê Kemalan û Xeyriyan e.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Ocalan bi hezaran leheng û qehremanan afirandiye.

Komalên Ciwan dirûşima “Teslîmiyet xiyanet e, berxwedan serkefitin e” bi bîr xist û got; “Gerîlayên ku Rêber Apo bi tenê nahêlin, vê biharê dê bikin bihara azadiya Rêber Apo û gelê Kurd.” Komalên Ciwan bal kişand ser pêngavên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê bigihin rizgariyê ji vê saetê û pêve pêwîstî bi hilgirtina barê fedayî yê Andok û Êrîşan heye û got; “Ev yek dê ji niha û pêve hedefa me be.”

Komalên Ciwan got; “Em bang li hemû ciwanên Kurd ên xwedî rûmet, şeref û wijdan dikin ku, ji bo ev dîroka bi nelet xwe dubare neke, ji bo meşa serketinê ya ku hedefa şehîdane nîvçe nemîne, heta nefesa xwe ya dawiyê dirûşima “BIJÎ SEROK APO” biqîrhin.

Heta Rêber Apo azad nebe, divê jiyan jî normal nebe. Divê tohildana ji dijminê ku tecrîd û îdamê ji me re rewa dibîne neyê taloqkirin. Divê her ciwanek Kurd rabe bêje êdî sebra me nemaye tolê hilbide û bêje ev yek deynê li ser pişta me ye. Ev tohiltan garantiya azadiya Rêber Apo ye. Ev tohildan yekane şerta hemû Kurdên bi rûmet û şeref e. Ev tohildan azadiya Kurdistanê ye.”