Serokatiya Dîwana Kongra-Gel di daxuyaniya weşand de got; ““Berxwedana Rêbertiya me ya li Îmraliyê, zêdetirê 8 hezar girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, berxwedana gelê me yê qehreman û têkoşîan bi heybet a gerîlayan, li Kurdistan û Rojhilata Navîn dîrokê ji nû ve dinivîsin” û têkoşîna Kurdan li Rojavayê Kurdistanê silav kir.
Serokatiya Dîwana Kongra-Gel di daxuyaniya der barê tecîrê de bi bîr xist ku ev 366 roj in Ocalan di tecrîda giran de ye û got; “Em weke gel û tevger tu agahî ji tenduristî û jiyana wî wernagirin.” Kongra-Gel got; “Tecrîda li ser Rêbertiya me bi armacan şantaj û tehdîdtan li hemberî gel û tevgera me tê pêkanîn. Dixwazin bi tecrîdê gelê me ceza bikin û daxwazên wan asteng bikin.”
Kongra-Gel destnîşan kir ku Ocalan bi têkoşîna xwe ya li hemberî polîtîkayên dijwar ên dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê yên ji bo teslîmgirtin û şkandina vîna gelê Kurd pûç kiriye.
KNK’ê got; “Hikûmeta AKP’ê ya ku li hemberî berxwedana Rêber Apo bin ket, li aliyekê tecrîdeke giran li hemberî Rêbertiya me pêk anî û li aliyek din dixwaze bi şereke topyekun li hemberî gel û tevgera me encam bigire.
Lê ev êdî destpêka dawiya AKP’ê û sultan Erdogan e. Bi tu awayî nikarin pêşî li meşa zadiya gelan û dema azadiyê bigirin. Di vê pêvajoya dîrokî de têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd dê bi ser bikeve. AKP û Erdogan bi tu awayî nikare pêşî li vê yekê bigire. Berevajî, yê ku wenda bike ew bi xwe ne û ji bûyerên di roja me de diqewimin ev yek diyar dibe.”
Kongra-Gel destnîşan kir ku gelê Kurd li her derê ji bo azadiya Ocalan berxwedan û têkoşînê xurt dike û ji bo Rojavayê Kurdistnaê wiha got; “Mînaka vê ya herî li ber çavan pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê ne. Li Rojavayê Kurdistanê ya ku kedek mezin a Rêberiya me li wir heye, gelê Kurd ber bi Xweseriya Demokratîk ve diçe. Em weke Dîwana Serokatiya Kongra-Gel têkoşîna bi heybet a gelê me li Rojavayê Kurdistanê silav dikin û dibêjin ku em her tim li gel wan in.”
Kogra-Gel got; “Berxwedana Rêbertiya me ya li Îmraliyê, zêdetirê 8 hezar girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, berxwedana gelê me yê qehreman û têkoşîan bi heybet a gerîlayan, li Kurdistan û Rojhilata Navîn dîrokê ji nû ve dinivîsin.
Di pêvajoya fînala Têkoşîna Azadiyê de bangewaziya me ev e: Ji bo em ji bo Rêbertî, şehîd û dîroka xwe bibin bersiv, em bi dirûşima “Ji Rêber Apo re Azadî, ji gelê Kurd re Stuya Siyasî” li her qadên ku lê ne, yekitiya xwe ya neteweyî û demokratîk xurt bikin. Roj roja ku em bi hemû hêza xwe ve ji bo azadiyê têbikoşine.”