Koçer: Kurd li Rojhilata Navîn hêza herî bi bandor e

Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hesen Koçer diyar kir, komploya ji bo tesfiyekirina gel û tevgera Kurd hat lidarxistin pûç bûye û destnîşan kir, ku Kurd îro li Rojhilata Navîn hêza herî bi bandor e.

Endamê Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hesen Koçer diyar kir, komploya ji bo tesfiyekirina gel û tevgera Kurd hat lidarxistin pûç bûye û destnîşan kir, ku Kurd îro li Rojhilata Navîn hêza herî bi bandor e. Koçer, mijarê di rojevê de ji radyoya Dengê Kobanê re nirxand.

Endamê Rêveberiya PYD'ê Hesen Koçer di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û hemû hêzên komploker şermezar kir û got, "Ev komploya weke qirêjiyekê cihê xwe di dîroka mirovahiyê de girt, xwedî armancên siyasî, civakî û îdarî bû. Bi vê komployê re hat xwestin, hebûna gelê Kurd bê tinekirin û siyaseta înkar û tinekirinê were meşandin."

Koçer destnîşan kir, ku eger ev komplo baş neyê analîzkirin, wê siyaeta 200 salî ya dewletên navneteweyî ya li ser Kurdistanê neyê fêmkirin.

KURD BÛN HÊZA HERÎ BI BANDOR A ROJHILATA NAVÎN

Hesen Koçer diyar kir, Kurd êdî ne Kurdê berê ye û ev nirxandin kir: "Kurd hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê pêşketineke dîrokî dijîn. Gelê Kurd hem ji aliyê birêxistinkirina gel, hem jî ji aliyê parastina gel û axa xwe ve, di asteke dîrokî de ye.

Li hemberî vê komploya ji bo tinekirina gel û tevgera azadiyê ya Kurdan hat lidarxistin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi felsefeyeke nû, stratejiyeke nû û rûbûna bîrdoziyê re, komplo şikand. Yên komplo pêk anîn, nikarîbûn bi gelê Kurd û tevgera azadiYê re paş de gav bidin avêtin. Nikarîbûn vîna gel bişikînin. Di pûçkirina komployê de analîza Rêbertî ya li ser komployê, diyarker e.

Rêbertî bi felsefe, stratejiyeke nû û nûbûna bîrdoziyê re nîşan da, ku komplo çawa dikare bê pûçkirin. Dema rewşa li Rojava û Bakurê Kurdistanê were nirxandin, wê bê dîtin, ku komplo hatiye pûçkirin."

Endamê Rêveberiya PYD'ê Hesen Koçer da zanîn, ku li Rojhilata Navîn a ku komploya li dijî gel û tevgera azadiya Kurd hatiye pûçkirin de, asta gelê Kurd û tevegera azadiyê li holê ye û got, "Vîna gelê Kurd nehatiye şikandin. Li Rojhilata Navîn veguheriye hêza herî bi bandor. Ev hemû, encama kar û kûrbûna Rêbertî ye. Bi têkoşîna şehîdên şoreşê û şervanên azadiyê re komplo û komploger hatine şikandin."

DIBE KU TIRKIYE VEGUHERE IRAQ AN JÎ SÛRIYEYÊ

Koçer bal kişand ser hovîtiya dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hêzên navneteweyî û çapemeniya navneteweyî, dema li Sûriyeyê kesek tê kuştin, cîhanê radikin ser piyan. Lê belê dema mijar Bakurê Kurdistanê be deng ji wan nîne. Ji ber ku li vê derê berjewendiyên wan nîne. Lewma bêden gin.

Em îro vê çêtir fêm dikin; yên îro li hemberî me siyasetê dimeşînin samîmî nînin. Em dixwazin vîn û hebûan gelê Kurd îspat bikin. Ji ber vê yekê, bi hemû hêzên navneteweyî, bi her kesî re li gorî berjewendiyên xwe em diaxivin û têkiliyê datînin.

Ti kes heta bi hetayê dost nîne. Heta bi hetayê dijmin jî nîne. Divê em li ser vê bingehê siyasetê bimeşînin. Girîng e em vê rastiyê baş zanibin. Di roja îro de rastiyeke bi vî rengî heye.

Ne dostekî stratejîk heta bi hetayê heye, ne jî dijminekî stratejî. Li Rojhilata Navîn rewş rojane tê guhertin. Pêwîste mirov ji vê rewşat ê guhertin sûdê werbigirin. Rast e ev yek wê bi xwe re hin zeraran jî bîne, êrîş jî dibe ku bên kirin.

Rewşa Tirkiyeyê dibe ku bêhtir nebaş bibe. Pêkan e ku şer dorfirehtir û dijwartir bibe. Gelek hêz ji bo kûrkirina şer dixwazin hêzên xwe bixin vê derê. Dema mirov li rewşa li Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku ber bi rewşa Iraq û Sûriyeyê ve diçe. Lewma çiqasî zerarê bidin me wê ewqasî jî zerarê bidin xwe."

PDK HELWESTEKE DIJMINANE NÎŞAN DIDE

Koçer li ser helwesta PDK'ê ya li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê ev nirxandin kir:

"Rewşa li Başûr û Iraqê erênî nîne. PDK jî xwedî heman zîhniyetê AKP'ê ye. Sedema herî mezin a bêdengiya PDK'ê ya li pêşberî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê, têkiliya PDK'ê ya li ser berjewendiyan bi AKP'ê re çêkiriye. PDK ji bo xwe AKP'ê weke pêşerojê dibîne.

Kengî cih lê teng bû PDK radibe derewa 'Ez ê Kurdistana serbixwe ava bikim' dike. PDK ji aliyê esasî ve partiyeke faşîst e. Xuya ye nikare Başûrê Kurdistanê bi rê ve bibe. Ji 18'ê Tebaxê û vir ve, serokek nehatiye hilbijartin. PDK heta niha hewl dide bi zorê bi gelê Başûr bide qebûlkirin ku serok e û hikûmet e."

Koçer da xuyakirin, ku PDK li şûna neteweya Kurd, radibe malbat û partiya xwe esas digire û got, "Karê PDK'ê ne tenê ev e. Sînorê Rojava jî girtî ye. Bi ambargoya li ser Rojava re nahêle pêdiviyên jiyanî jî bên derbaskirin. Yanî ev karê PDK dike, helwesteke dijminan e ye.

'ERDOGAN EŞKERE DIBÊJE; DEMA ROJA MIN ROJAVA TESFIYE KIR, DOR WÊ BÊ BAŞÛR; LÊ PDK NAXWAZE FÊM BIKE'

Dewleta AKP/Erdogan bi awayekî vekirî vê dibêje; 'Bi destûrdayîna avabûna rêveberiyek li Başûr re me şaşîtiya herî mezin kir. Lê belê em ê nehêlin li bakurê Sûriyeyê rewşeke bi vî rengî derkeve holê'. Wateya vê çi ye? Yanî dema min Rojava tesfiye kir, dor wê were Başûr. Lê PDK bi israr naxwaze vê fêm bike. Xuya ye ji siyasetê baş fêm nake."

Hesen Koçer destnîşan kir, ku weke encam, ew ne li bendê ye PDK a dijminatiyê li Rojava dike, li hemberî komkujiyên AKP û Erdogan li Bakurê Kurdistanê dike helwestê nîşan bide.

LI HERÊMÊ JI BILÎ ME PLAN Û PROJEYA KESÎ NÎNE

Rêveberê PYD'ê Koçer di dawiya axaftina xwe de ragihand, ku li herêmê ji bilî wan ti hêzên xwedî plan û proje nîne û ev tespît kir: "Her kes vê rastiyê dibîne. Wê mecbûr bimînin projeya me qebûl bikin. Wê hêza ku vê projeyê bi canê xwe diparêzin, nas bikin. Projeya Xweseriya Demokratîk û hêza leşkerî ya li Kantonan rewa ne.

DYA bi wergirtina Reqa û Mûsilê re dixwaze nîşan bide ew hêz e. Rûsya jî dixwaze bi wergirtina xeta Cerablûsê re nîşan bide ew hêz e. Di vir de pêwîstiya herduyan bi me heye. Ji bo ji aliyê siyasî ve em werin naskirin, divê têkiliyên dîplomatîk werin meşandin. Yanî li Rojhilata Navîn em li ber pêvajo û qonaxeke dîrokî ne. Ti tişt wê mîna berê nemîne."