“Malbata me bi Osmaniyan re şer kir. Em jî wekî her welatiyên Kurd ên din ji warê xwe koçber bûn… Malbata me didin ber guleyan û hemuyan wê derê qetil dikin. Ji sedî 90’ê malbata min hatin kuştin… û em dikevin ser rêya Ermenîstan û Îranê…” Çîroka Serokê Otomoniya Kurdan li herêma Krasnedara Federasyona Rûsyayê Îşxanê Ankosî wiha dest pê dike.
Li welatên Kafkasya, çolên Asyaya Navîn, Rûsyayê bi deh hezaran Kurd dijîn. Her yek ji van malbatên Kurdan xwedî çîrokek cûda ne. Lê hin tiştên wan çîrokan digihînin hev hene; qirkirin, komkumkî, êş, koçberiya domdirêj û ya herî zêde wana diêşîne xerîbî…
Çîroka Îşxanê Ankosî yê ku niha Serokê Otomoniya Kurdan li herêma Krasnedara Federasyona Rûsyayê ye, jî wiha dest pê dike. Ji Mêrdînê ta Şengalê, ji wir jî ber bi Îran, Ermenîstan û ji wir jî ber bi Rûsyayê ve. Îşxanê Ankosî ji ANF’ê re behsa jiyana xwe ya “koçberiya bextreş” dike:
Birêz Angosî em dixwazin pêşî we nas bikin. Îşxan Angosî kî ye?Bi wslê xwe ez xelkê Bişêriyê me. Berê girêdayê Mêrdînê bû. Navê gundê bav û kalê min Rûdvan bûye. Ev gund jî girêdayî Heskifê ye. Îca di sala 1828 û 1930 de malbata û eşîra me li hemberê dewleta Osmaniyan şer kirîye. Paşê şer berdewam dike. Em jî wekî welatîyen kurd ên din ji warê xwe koçber bûn. Wekî êzidiyên din ên malbat û eşîra min jî derbasî herema Laleşê ya êzidiyan bûne. Piştî 2 salan ji ber ku mîrê êzidiyan ên me qebûl nekiriye. Me ji wir koçî navbera sinorê Başûr û Bakurê Kurdistanê kiriye. Wê demê Mîrê heremê jî gotiye ‘Ev gelek belaxwaz in. Bila li cem me nemînin wê serê me têxin belayê. ”
TIRKAN JI SEDÊ 90’Ê MALBATA WÎ KUŞTIN
Paşê wexta ku ji Şengalê vedigerin tên geliyê Pelpetê ku niha navê wê geliyê Şehîdan e. Lê wê derê leşkerên tirk pêşiya wan digirin. Malbata me didin ber guleyan û hemuyan wê derê qetil dikin. Ji sedî 90’ê malbata min hatin kuştin. Ji bilî wan piştî komkujiyê hinek çûn Îranê hinek jî diçin Ermenîstanê. Malbata min hatiye Ermenîstanê. Ew pêşî diçin herêma Seywanê Herezanê. Piştre jî di 1853’an de hinek ji wan diçin herêma Axbaranê. Ên me tên Elegezê li gundê Avşênê bi cih dibin. Dû re, piştî 10 salan gundê Sîpanê ava dikin. Piştî wê demê li herêma Elegezê nêzî 11 gundên kurdan tên avakirin.
PIŞTÎ HEFT SALAN FÊRÎ FÊRÎ ERMENÎ NEBÛ
Wê çaxê dibistana me li cem akademiya Papêdamos bû. Ez di sala 1958 hatim gundê Elegezê û heta sala 1963’an min li vir dibistan xwend. Piştre jî bavê min ez şandim Rewanê. Min li rêwanê dibistan xwe ber dewam kir. Ez wê demê hêj zarok bûm. Ji nava gelê xwe çûm li nava Ermeniyan min jiyana xwe domand û dibistan xwend. Ez hatibûn pola 7’an lê ez hêj zimanê ‘Ermeniyan hîn nebûbûm. Tê bîra min wextê ku ez çûm Rêwanê, min tenê Rûsî dizanî. Ji ber wê yekê jî min bi zarokên Ermenî re nedikarî bipeyîvim.
Mesela bûyerek heye; wê çaxê ez biçûk bûm. Lê qet ji bîra min naçe. Ez wexta ku diçûm dibistanê zarokê ermenî li min dixistin. Min nizanîbû ji bo çi li min dixin. Rojekî bavê min ji min re got ‘Kurê min ev çi halê te ye. Ma tu gurrî bûyî. Te pişta xwe kiriyêeçi halî’ Min got ‘Bavo zarokê Ermeniyan li min xistin û ew ji min re dibêjin Kurd. ’ Min ji bavê xwe dipirsî ev çi ye? Çima ji min re wiha dibêjin? Wê demê bavê min hemû çîroka me ji min re vegot. Got ku ji ber em kurd in kêfa zarokên ermeniyan ji me nayê. Min wê demê zanî em kurdin.
Wê demê ez li pey kurdîtiya xwe ketim. Min êdî zanî ez jî wekî her miletekî, kurê dê û bavê kî me û zimanê min kurdî ye, ez jî kurd im.
Paşê min dibistana navendî xwend û bi dûra jî ez çûm zanîngehê. Min li zanîngehê beşa Rojhilatzaniyê qedand. Hevala min jî beşa erebî dixwend. Me bi hev re dibistan qedand.
Dema ez zarok, wê demê zarokên ermeniyan zulm li min dikirin. Lê tu carê min ji wan re kîn nedigirt. Ji ber vê nêzîkatiyê haya min ji min çêbû. Min zanî ez ji miletek cuda me. Her tim min digot dema ez mezin bibim. Ez dê ji bo miletê xwe tiştek bikim.
DI ZAROKTIYA XWE DE MELE MISTEFA BARZANÎ NAS DIKE
Di zivistana 1959’an de Mele Mistefa Barzanî hat gundê me Elegezê. Wê demê ez 12 salî bûm. Bi dîtina Mele Mistefa Barzanî min zanî kurd ji bo mafê xwe têdikoşin û şoreşek wan heye. Bi hebûna şoreşa kurdan, dilê min pir germ bûbû. Piştî zanîngehê ez zewecîm û zar û mal her wiha karê din, derket pêşîya me.
DI ERNK’Ê DE CIH GIRT
Em di sala 1993’an de derbasî hela Rûsya yê bûn. Min di nava karê Eniya Rizgariya Netewê Kurdistanê (ERNK) de cî girt. Min mala xwe bir Kirasnadarê û ez li vir bi cih bûm. Ez wexta çûm Kirasnedarê, di hela aborîyê de tu tengasîya min tune bû. Ji ber ku ez wexta ku li vir dimam, yanê gundê Elegezê; di karê Solxozê de dixebitîm. Halê me pir xweş bû. Em wexta li Qafkasyayê, ji çiyayê Elbirûsê, Kazbêkê digirin hata çîyayê Agirî yê kurd bi cih bûbûn.
NEDIXWESTIN HEJMARA KURDAN ZÊDE BIBE
Di çaxa Sovyetê de li vir (Ermenistan ê) 80 hezar kurd hebûn. Miletê me yê di nava Azarbeycanê de û bi taybet di nava Qafqasiyayê de bi tomerî nêzî 700 hezar hebû. Lê miletê me yê hêla Azarbacanê xwe wekî Azerî pênase dikirin. Ji ber ku ew jî misilmanin wekî azeriyan, zû hatin helandin. Lê mixabin em kurd zû bi olê tên xapandin. Lê wê deme nêzî 700 hazar kurd di herêma Qafqasiyayê de hebûn, lê dewletê nedixwest hijmara kurdan zede bibe.
Ji ber ku nedixwestin statuya kurda bidinê û ji ber wê yekê hijmara kurdan zêde nedikirin. Lê niha tevahiya Qafqasiyayê 800 hazarî zedetir kurd dijîn. Di dema hilweşîna Sovyetê de gelek miletan ji vê sûd wergirt. Lê kurdan ji bo xwe nikarîn tiştek bidest bixin.
Gelo niha rewşa Kurdan çawa ye? Hûn dikarin hinek behsa otonomiya Kurdan bikin?Min rojekî di rojnamê de xwend ku dewleta Rûs, otonomiya çand û civakî dide kêm miletan. Me jî got, em jî ji xwe re serî lê bidin û ji bo miletiya me wê baş be. Di sala 1998 da me bi navê Otonomiya Kurdên Mediya ava kir. Em niha jî karê xwe berdewam dikin.
Lê me hem li Moskowê û hem jî li Kirasnedarê otonomîya çandî û civakî ava kir. Niha em dikarin bi rehetî çand û kultura xwe pêş de bibin.
ZAROKÊN ME JI HUNERÊ TÊN DÛRXISTIN
Yanê hinek niha dibêjin otonomî çi ye? Otonomî, wekî formê dewletê ye. Lê ev dewlet ne leşkerên wê henin, ne polîsê wê hene û ne jî sînorê wê heye. Tu dikarî li ser navê miletê xwe behs bikî û nûnertiya wan heye. Lê wekî din jî her tiştê wê heye. Tu çi bixwazî dibistan zanîngeh, çand, partiya, hema çi tê aqilê te. Dema tu dixwazî tiştek ava bikî dewlet ji sedî 50 alîkarî dide te. Tu dixazî daxaza tv, radyo, kom, mihrîcana bike. Her wiha tiştê din, hemûyan daxwaz bikî. Lê me li Kiresnadarê û li cihê ku derfetên me heyî ofîs vekirin. Bi rêya van ofîsan em kar û barê çandî dikin. Keç û xortên me di hela hunerê de xwe amede dikin. Lê mixabin li vir dema zarok biçek mezin bûn di 14-15 saliyê de tên zewicandin û ji hunerê tên dûrxistin. Ev jî kêmasiyek miletê me ye. Lê tişta baş jî ew e ku tu pirsgirêka gelê me ji aliyê kurdewarî, êzdîdatî û elewitiyê tune ye. Wana eslê xwe winda nekiriye. Têkiliyên civakî yên di navbera gelê me de jî gelek baş e. Bi hev re diçin şîn û şahiyan. Her tim bi hev re ne. Em gelek zû organîze dibin. Tu ferq û cudahiyên olî di navbera me de tune ye. Pirsgirêkeke din jî pişaftina olê ye. Gelek êzidiyên me ol guhertine. ji ber ku ola êzdîtiyê çand û kultura me ya bav û kalane em naxwazin winda bibe. Bavê me hemûyan bawerî ola êzditiyê kirine. Ji ber vê jî gunehe ku em kurdên êzidî dev ji ola xwe ya esasî berdin.
Ji ber vê yekê jî, karê mezin dikeve ser pişta rewşenbîrên me ku dibejin em welatparêz in milethez in. Ji bo wê yekê pêwîste em karê xwe baş bikin. Di vî warî de kêmasiyek din jî ya şêx û pîrên me ye. Bi boneya ku êzdîdatiyê pêş naxin gelê me bi baweriya xwe ya bav û kalan têr nabe. Mesela pêwîste medereseyên me jî hebin ku zarokê me biçin ola xwe bixwînin û xwe pêş ve bibin. Ji ber tiştên wiha tune ne şaşitî roj bi roj zêde dibin û gelê me jî berê xwe dide ola yahova ya xwedê nasiyê. Me heta niha nedikarî gotina xwe bi pismamên xwe re bidin fêmkirin. Lê piştî Rêber Apo derket êdî hemû kurdên li çar perçeyên Kurdistanê bûn yek.
Bi saya Rêberê Gelê Kurd em êdî dikarin li cihanê biqêrin û bêjin ‘Em kurd in’ Lê mixabin em hê jî baş nebûne neteweyek. Lazime em xwedî çand û baweriya xwe derkevin. Ji bo xwedî derketina namûs û şerefê xwedî derketina çand û ziman pêwîst e.
Serok Apo bi rastî serê gelê kurd, mejîyê miletê kurd guhert. Fikra zelal û şîr a helal xist dilê me. Mesela axaftinek Serok Apo heye dibêje ‘Em naxwazin berê Kurdistanê çêkin, em dixwazin berê gelê kurd çêkin’. Wî bidin naskirin, wî bidin hezkirin, wî bi wî bidin jiyan.
Di axatineke xwe din de jî wiha dibêje, ‘Me bi derzîyê bîr dikola’ Yanê xebatkirina ji bo gelê kurd, wekî tu bi derzîyê bîrê bikolî pênase dikir.
WELATHEZÎ BIBÛ BEHRA WANÊ
*Em dikarin hinekî behsa hunermendiya we jî bikin?Di aliyê huner de wexta Sovyetê de min nikarîbû cihê xwe di nava hunerê de bigirim. Mesela mirov wexta ku helbestek lêkira, pewîst bû bigota Lenîn û Komunîzm, Meydana Sor her wiha tiştê din. Lê di ruhê de ew tune bû, di ruhê min de welatê min hebû welatparîzî û her tistê din hebî. Ji ber wê yekê di nav çanda Sovyetê, cîhê din tune bû, fikirê din, nêrînên din, bi teybet jî wekî gelê Kurdîstanê ku tu karibû rihet fikira xwe bînî pêş, ew nedihiştin. Yê min jî welathezî di dilê min de bibû behra Wanê. Cindî, Karlênê Çaçanî û her wekî kesê din.
Rehmetî Ferîkê Yusuf helbestkarekî gelekî mezin bû. Yek wekî Şikoyê Hesen hebû, helbestkarekî gelekî eyan (navdar) bû, ez nizam kuştin çi bû, heta niha jî em nizanin ew çawa çû. Min helbestên wî yên destpêkê, gundê me û Barzanî min lêkir. Bi tAybet ez di sala 1968 de, di radyo ya Êrîvanê de min xebitîm. Ez di para muzîkayê de bûm. Lê nehiştin ez klamê xwe di radyo de bidim tomarkirin. Min jî şikîyat name ji Moskowê re rê kir, min got ez kurd im û li welatê min şer heye û gelê min jî şer dikin, ez dixwazim stranan li ser bêjim. Lê paşê Rûsan qebûl kirin, kaxizek şandin gotibûn dikare bêje. Wê çaxê min ew strana xwe da Timurê Xelîl hebû, min wî û ew jî stra. Bi taybet helbestê min ên li ser welatparêzîyê pir hene.
SANSURA KURDISTAN
Lê wê çaxê nedidan çapxanê, bi taybet jî ger di nava helbestê de Kurdistan û Kurd derbas bibûya, destûr nedidan, tu caran. Navarokê helbestên min bi taybet hezkirina welat, eşqa welatê, dewlemendiya wê û wesfê wê didim. Kurdistanê weke keçike bedew digirim dest û pesnê wê û dewlemendiya wê û xweşikbûna wê didim. Mesela ez dikarim navê çend helbesta bejim; “Elmasa Min, Yara Mina bedewe, Xezalê, Leylayê, Tu Kulîlkî û dehan çendî din jî hene. Bi taybet di Radyoya Êrîvanê de 21 stranê min hat gotin. Min stranek li ser Serok (Ocalan) çêkirîye, li ser Leyla Qasim çêkiriye. Ez pesnê gelhezîyê didim.
Gelo xebatên we yên niha hene?DÎROKÊ DINIVÎSE
Yek dîroka Kurdîstanê ku ji Sumera ve heta Sasanîya min lê kiriye. Gelek dîrokzan dinîvisin, yê Ewropayî, yên Rûsan yên Yewnanan û her waha kesê din lê ez bi wana qayil nîn im. Ji ber ku di serê min de nakokî û delîl hene.
Ez îda dikim ku we dîroka parsîka Sasanîya û ya ereba dibejin ez dibînim ew hemu ya Kurdistanê ye. Lê min amade kirine kirinine, kêmek mane, lê ez bawer dikim mehkî ez runin ez ê xelas bikim. Yek jî ez dixwazim li ser dînê Zerdeştîyê û li ser dînê Êzdîtî ye binivîsînim. Zerdeştî çi ye, dîn çi ye, hinek rabûne weke Awesta û her wekî din nivisandine.
Êzdîtî çi ye. Navê xweda ye. Yane ez dam. Ji ber em ji gelê Arî ne ev rastî kes nikare înkar bike. Pirtûka sêyem jî der barê kurdên Kafkasyayê de ye. Heta niha der heqê kurdên Kaafkasîyayê çi hatîye nivîsandin hemû çewt hatiye nivîsandin. Partiya Komunîst çi xwestîye wiha nivisandîye. Ji ber ku her ji boyê me kurda gotinen em bîranin, em her xapandinin, durutî kirinin. Em her hiştinin vê axirê lê ew qirkirina spî hîn jî ber dewame.
ŞERMA CÎHANÊ
Her ji me re gotin û me jî xwe xapandîye, her em xwe dixapînin, ji ber wê jî em hatinin vê rojê.
Wextê ku Sovyet ava bû, ku rewşenbîrên me yê Kurdên Kafkasiyayê bigotina kanê mafê me û hingê xwestibana, niha gelek tiştek dê di destê me de hebûya.
Şerm e ji cîhanêra ku di vê qarna 21 de di dinyayê de kolonîya herî mezin kurd in, lê hîna jî bê dewlet in. Tu kes jî dengê xwe nake û hemû cîhan rola sê-meymunan dilîze ev şerma dunyayê bila dinya nebêje ez xwedî medînîyet im.
Ez dibêjim divê em ji xwe pir hez bikin, ku em kanibin xwe di nava dinê de biparêzin. Ye me jî pewste ruhê neteweyî hebe, ku em bikarin xwe baş biparêzin. Em kurd di Rojhilata Navîn de medinîyetekî pir mezin in. Kurdewarî rûmet e. Kurdîtî şerefa Rojhilata Navîn e, kurdîtî azadîya rojhilatê yê.
Ne Timurleng, ne Îskenderê Makedonî, ne Ramses, ne Cengîz Xan, ne tu kes nekarî têketa na wî welatê şêran û jin û mêran. Roja îroyîn ewqas teknolojî heye, bi tank û topan, bi kimyabaranan jî dikin nakin nikarin rûmeta Kurdistanê bişkînin.