Koçberiya ji derdora Gola Urmiyeyê dest pê kir

Koçberiya ji derdora Gola Urmiyeyê dest pê kir

Beriya du salan Rêveberiya Parastina Hawidorê ya Urmiyeyê ragihand ku ji sedî 60’ê Gola Urmiyeyê zûha bûye û niha jî I sedî 80’yê wê zuha bûye. Herî dawî dewleta Îranê biryar da ku avê ji Çemê Arasê bînin û bi vî awayî golê rizgar bikin. Lê beriya vê ji Golê tofana xwê rabû zeviyên derdorê wêran kir.

Yek ji bedewiyên Rojhilatê Kurdistanê Gola Urmiyeyê ye. Ne tenê ji bo Kurdistan û Îranê, Gola Urmiye ku yek ji ekosîstemên herî girîng yên Rojhilata Navîn pêk tîne, di lîsteya rezerveya biyoser ya UNESCO de jî cih digire. Di heman demê de yek çavkaniyên herî mezin a mînaerala cîhanê ye. Lê li hemberî hemû hewldan û xwepêşandanên gelê herêmê û hawirdorparêzan, rejîma Îranê ji bo rizgarkirina golê heta niha tu pêngavek pratîk neavêtiye.

DÊ BI ÇEMÊ ARASÊ RIZGAR BIBE?

Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Îranê de cih girtin, Serokomarê Îranê Mehmud Ehmedînejad pesend kir ku, ava ji çemê Aras derbasî Gola Urmiyeyê bikin. Li gorî planê dê ji bendava Aras ya li bajarê Nahçîvanê heya gola Urmiyeyê coyan bikişînin. Bi rêya coyan dê li nav bajarên Selmas û Xoyê re derbaz bibe. Tê payîn ku ev hewldan ji Gola Urmiyeyê ya ku ji sedî 80’ê zuha bûye, zindî bike. Lê ev hewldan jî dereng maye.

AJALÊN WÊ KÊM DIBIN

Gol ji aliyê Wezîrê Derdor yê Îranê ve parka netewî hatiye îlankirin. Li gorî lêkolînên UNESCO’yê Gola Urmiyeyê malovaniyê ji 212 çûk, 41 xişikiner, 7 amfîbî û 27 cûrên ajalên bi memik re dike. Di nava van de xezala zer ya Kurdistanê jî cih digire. Li gel hişkatiyê şert û mercên jiyana cûrên ajanan jî teng bûne, her wiha cûrê leglegan yên bûne mijara helbestan jî kêm bûne.

JI GOLÊ TOFANA XWÊ

Ji ber ku rejîma Îranê heta niha ji bo rizgarkirina golê tu tiştek nekiriye, ji niha ve ziyanên golê yên ji bo derdorê jî dest pê kirin. Gola Urmiyeyê weke duwemîn gola herî mezin a xwê ye. Ji ber tofana xwê ya ji Gola Urmiyeyê radibe, gundiyên derdorê perîşan dibin. Bi taybet daristanên herêmê, bax û rezên gundiyên derdorê ziyanek mezin dibînin.

KOÇBERÎ DEST PÊ KIR

Ji ber tofana golê, ji niha ve koçberiya ji gundên derdora Gola Urmiyeyê dest pê kirin. Gundiyên herêmê ragihandin ku ew ji gundên derdora golê bar dikin û diçin gundên dûrtir. Lê xwêya hûr a golê bax û baxçeyên derdorê wêran dike. Li gorî agahiyên gundiyên herêmê dane, ev xwîna hûr dibe sedema hişkbûna berhemên gundiyan di zeviyên xwe de çandine. Tê diyarkirin ku dibe bi sedan gund bêne valakirin.

Zuhabûna golê bandorê pîşesaziya herêmê, çandinî û turîzmê jî dike. Ger hin giravên golê bi peravan re bibin yek, ev yek dibe sedema astengbûna gihiştina keştiyan. Her wiha, ger tiştek wiha bibe ev perav êdî bi kêrî karanînê jî nayên.

Ji bo rizgarkirina golê bi dehan car xwepêşandan hatin kirin. Lê rejîma Îranê tu bersivek neda daxwazên gelê herêmê. Di van xwepêşandanan de gelek kes jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne û bi dehan kes jî hatine binçavkirin.

DUWEMÎN GOLA CÎHANÊ YA XWÊ

Gola Urmiyeyê piştî gola Great Salt Lake (Gola Xwê ya Mezin) a li Amerîkayê, duwemîn gola herî mezin a xwê ya cîhanê ye. Lê her roja ku diçe ji ber çavan wenda dibe. Ger ev yek berdewam dike, dê di nava çend salan de navê wê ji nava lîsta golên cîhanê derbikeve û bibe parçeyek ji bejahiyê.

Rupîvana Gola Urmiyeyê 5 hezar û 200 km2 ye. Gol ji bakûr ber bi başur 135 km û ji rojhilat bi ber rojava jî 18 heta 55 km dirêj e. Cihê herî kûr a golê 16 metre ye. Ev zêdetirê 10 salane rayedar û hawirdorparêzên herêmê balê dikişînin ser rewşa krîtîk a golê. Ev zêdetirê 15-17 sal in asta golê dadikeve û ava wê kêm dibe.

YEK JI MEZINTIRÎN ÇAVKANIYÊN MÎNERALA CÎHANÊ YE

Bi sedan giravên Gola Urmiyeyê hene. UNESCO’yê di sala 1976’ê de golê xist nava kategoriya biyosefer. Bedewiya golê li aliyekê, di golê de nêzî 8 milyar mînteranlên cûda hene û bi vî awayî yek ji mezintirîn çavkaniyên mîneralan a cîhanê ye.

BAJARÊ AVÊ : URMIYE

Gola Urmiyeyê an jî Deryayê Urmiye, navê xwe ji bajarê Urmiyeyê girtiye. Urmiye tê wateya “bajarê avê”. Di destpêka salên 1930’an de navê şahê Îranê Şah Reza Pehlewî li golê hat kirin û navê bû “Deryaya Rezaiye”. Lê piştî salên 1970’an careke din navê wê bû Gola Urmiyeyê. Navê wê yê berê Şîkast bû. Golên Urmiye, Wan û Sêvan di dîroka gelê herêmê de xwedî cihek taybet in û mezintirîn golên herêmê ne.