Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim, cîgira wî Bêrîvan Hesen, Serokê Desteya Parstinê Ismet Şêx Hesen, Şendeyak ji Meclîsa Minbic a Leşkerî ku Fermandarê Melîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced serkêşiya wê dikir, Fermandarê Şemis El-Şemal Mihemed Ebû Adil, Berdevkê Fermî ya Meclîsa leşkerî ya Minbic şervan Derwîş û nûnerên gelek saziyên civakî jî di nava de jî bi sedan welatiyên Kobanê û gundên wê cenazyên yek ji fermandarên YPGʹê Ridwan Mihemed (Şiyar Qermûx), şervana YPJʹê Bêrîvan Koto û Şervanê YPGʹê Ridwan kolon ( Cuman Cûdî) ên di pêngava duyemîn a Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji nexweşxaneya Leşkerî ya Kobanê wergiritin û ber bi giristana Şehîd Dicle ve ketin rê.
Girseya gel ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên tekoşeran vekiribûn û bê navberd dirûşim beriz dikirin, cenazeyên şervanan bi karwanek ku ji dehan wesayîtan pêk dihatin ve ketin ser rê.
Di rêya ketina goristanê de girseya gel cenazeyên şervanan ji wesayîtan peya kirin û heta goristanê li ser milan hilgirtin. Li vir merasîm bi deqeyek rêzgirtin û merasîmeke leşkerî ve hate destpêkirin. Piştre yek ji fermandarên YPJʹê Dilsoz Romî axivî û diyar kir ku armanca hêzên wan azadkirina hemû gelê herêmê ye. Piştre jî Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Badilî axivî û diyar kir ku gelê herêmê wê tekoşîna xwe ya ji bo azadiya gelan heta dawiyê bidomînin û soza şopandina rêya cangoriyan da.
Piştî axaftinan nasnameyên şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Malbatan jî diyarkirin ku heta dilopa xwîn xwe ya dawî wê di rêya cnagoriyên xwe de bimeşin û têkoşînê bilind bikin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazyên her 3 şervanan bi dirûşm û tilîliyan ve definkirin.