Koordînatorê Giştî yê Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat Heqî Kobanê diyar kir ku parastina şêniyên bajaroka Sirînê û gundên wê erka wan a mirovahî ye û destnîşan kir ku ew amade ne alîkariya şêniyên Sirîn bikin da ku vegerin malên xwe.
Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat ji rûspiyên herêma Sirînê re civîn li dar xist. Civîn li gundê Qasimiyê ya bajarê Kobanê bi armanca piştigiriya bi gelê Sirînê re hate lidarxistin. Koordînatorê Giştî ya Odeya Çalakiyan a Burkan El-FIrat Heqî Kobanê û Serokê Meclîsa Gundê Qenaya Salih Mihemed, her wiha rûspiyên herêma Sirînê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Koordînatorê Giştî yê Burkan El-Firat Heqî Kobanê axivî û got ku hêzên wan şêniyên bajaroka Sirîn bi armanca parastina wan ji komkujiyên çeteyên DIAŞ’ê rizgar bikin û ev tişt anî ziman: “Me bi awayekî demî gelê herêmê ji bajar derxistin, ji ber gelek caran çete cilên hêzên YPG û Artêşa Azad li xwe dikin û êrîşî sivîlan dikin. Armanca me ji derxistina welatiyan parastina aramî û ewlekariya wan bûn. Bingeha têkoşîna me ji bo parastina hemû pêkhateyan e.”
Di berdewama axaftina xwe de Kobanê da zanîn ku erka wan a sereke parastina sivîlan ji xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û wiha dom kir: “Em parastina şêniyên herêmê dikin. Em li dijî xeteriya çeteyên ku êrîşî îradeya gelan dikin derdikevin. Em ê piştigiriya madî û manewî bidin şêniyên Sirînê da ku vegerin malên xwe.”
Heqî di dawiya axaftina xwe de soz da welatiyan ku piştî operasyona wan a paqijkirina herêmê bi dawî bibe wê rê bidin hemû welatî vegerim malên xwe.
Di civînê de Serokê Meclîsa Qenaya Salih Mihemed axivî û got ku meclîsa wan wê bi hemû hêza xwe û bi alîkariya Rêxistina Alîkariyên Mirovî û saziyên din alîkariya şêniyên herêmê bikin. Di dawiya axaftina xwe de Mihemed bang li hemû welatiyên bajar kir ku alîkariya hêzên hevbeş ên herêmê diparêzin bikin.
Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hate dayîn.