Konseya Rêveber a KNK'ê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji aliyê hêzên dewletê ve, şermezar kir.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, de barê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KNK'ê qetilkirina Elçî şermezar kir û got, "Em kujerên wan nas dikin, kujer, yên ji hilwest û tekoşîn û kesayetiya Tahir Elçî ne razibûn e. Kujer desthilatiya AKP ye, kujer ew hêzên tarî yên dewletê yen berî niha bi hezaran Tahir qetil kirin e."
Konseya Rêveber a KNK'ê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ji aliyê hêzên dewletê ve, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku îro danê sibehê di daxuyaniya çapemeniyê ya li Amedê de, Elçî bi taybetî hedef hatiye girtin û bi guleya li serî wî ketî hatiye qetilkirin.
KNK'ê got, "Çend roj berê li Amedê, minareya dîrokî ya çarling, ji aliyê hêzên dewletê ve bi çekên giran hatibû gulebaran kirin û vê avahiya dîrokî derbeyên giran xwaribû. Daxuyaniya çapemeniyê, bi armanca vê êrîşê şermezar bike, ji aliyê Tahir Elçi û komek parêzer ve dihate kirin. Hema di vê wextê de êrîş pêk hat û Tahir Elçî hate kuştin."
Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku Tahir Elçî, ji ber kar û xebata xwe ya alîgiriya wî ya mafên mirovan, nasnameya azadiyê û aştiyê, ev demek dirêj bûbû armanca desthilatiya AKP ê û hêzên dewletê û got, "Herî dawî di bernameya televîzyonekê de, ji ber ku gotibû 'PKK ne rêxistinek terorê ye' xwe kiri bû armancek aşkera. Pêşî girtin bin çavan, derxistin dadigehê, û bi daxwaziya 7.5 salan dihate darizandin. Îro jî, ji aliyên ku ev ceza kêm didîtin hate qetil kirin.
Em ne biyaniyên van êrîşan e. Heta roja îro bi hezaran siyastemedarên Kurd, ji aliyê heman hêzên tarî ve bi heman şêweyan hatine qetil kirin. Em kujerên wan nas dikin, kujer, yên ji hilwest û tekoşîn û kesayetiya Tahir Elçî ne razibûn e. Kujer desthilatiya AKP ye, kujer ew hêzên tarî yên dewletê yen berî niha bi hezaran Tahir qetil kirin e. Bila kes li cîhekî cudatir li kujeran negere.
Êrîş li ser siyasetmedarên Kurd, li ser mirovên doza azadiya Kurdistanê dan meşandin û li ser Gelê Kurdistanê hatiye kirin. Em, vê êrîşa dijî mirovahiyê û failên wê bi tundî şermezar dikin, di serî de ji malbata Tahir Elçî re, ji dost û hevalên wî re, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Bi vê munasebetê, em bang dikin ji hemû gelê me re, divê em li bîranîna Şehid Tahir xwedî derkevin û em tekoşîna wî ya azadiyê bilind bikin.
Banga me, ji alîgirên aştiyê, demokrasiyê û raya giştî ya demokratîk a cîhanê re ev e: divê bi Tekoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê re di nava piştgiriyê de bin û divê li himberî van êrîşên wahşî rabin!"