KNK'ê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir

Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezar kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber salvegera 17. a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di 15'ê Sibata 1999'an de bêdadiyeke gelekî mezin hatiye kirin û hat gotin, "Li milekî mêzînê gelê Kurd û Serokê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan, li milê din jî dewleta dagirker a Tirkiyeyê û dewletên tifaqdar ên wê li dinyayê. Birêz Ocalan doza azadiya xelkê xwe dike, têkoşîna rizgariya welatê xwe dide. Dijmin û tifaqdarên wê yên dinyayê lê hatin xezebê û xwestin dinyayê lê teng bikin, bêhnê lê biçikînin. Ne wijdan, ne însaf, ne mafên mirovî, ne hiqûq, ne dad û dadyarî û ne jî ehlaq hate bîra wan û biryar dan ku mezinekî Kurd, ku ji bo wijdan, hiqûq, dad û dadyariyê, bo aştî, wekhevî, azadî û hemû bihayên mirovî xebat û têkoşînê dide bêdeng bikin, jiyanê lê heram bikin."

KNK'ê diyar kir, tifaqdarên dewleta Tirkiyeyê yên dinyayê, ji Amerîkayê bigirin heta gelek dewletên Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistan û heta Rûsyayê û Îsraîl, Misir û Kenya jî pê re, di xeta neheqî û bêdadiyê de bûne rêz û ji bo berjewendiyên xwe, temamî normên mirovî û ehlaqî binpê kirin û bi leyiz, entrîka û dek û dolabên neyarane Birêz Ocalan li Kenyayê, ku li ser bextê welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê, Yewnanistanê bû, bi hîlebaziyeke nedîtî û gelek bêbextane teslîmî dewleta Tirkiyeyê kirin.

KOMPLOGER NEGIHAŞTIN MEXSEDA XWE

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku prosesa komployê bi zelalî nîşan da ku ev navendên bêdadiyê negihiştin mexseda xwe, xwezî û daxwazên ku hêvî dikirin bi dest ve neanîne û wiha dewam kir:

"Li hêviyê bûn ku PKK a ku pêşengiyeke radîkal a bizava neteweyî ya Kurdistanê dike têk biçe, belav be, an jî qet nebe gelek lawaz be. Di midehê van 17 salan de çi hêvî dikirin tam bereks encam derkete meydanê. Ne Birêz Ocalan têkoşîna xwe hêla, ne jî xelkê Kurd û Kurdistaniyan dest ji doza xwe kirin. Bersiva xelkê Kurd her di wê sala komploya 15'ê Sibata 1999'an da jî gelek xurt bû. Di hilbijartinên navçeyî yên Adara 1999'an de li Kurdistanê hejmareke mezin a Şaredariyan qezenc kirin. Di serî de Şaredariya Amedê standin û her hingê komplo pûç kirin.

KOMPLOGER RÛREŞ BÛN, OCALAN Û GELÊ KURD RÛSPÎ BÛN

Ew roj yek û îro du, dijmin û hevalbendên wan şikestin lê têkoşîna Ocalan û ya xelkê Kurd bi ser ket. Van 17 salan ew rûreş kirin, lê Ocalan û xelkê Kurd rûspî kirin. Di 17 salan da heqiyê, dad û dadyariyê zora neheqî û bêdadiyê bir û di encam da Ocalan, PKK û pêkve xelkê Kurd têkoşîna xwe aniye merheleyeke bilindtir ku îro bi sedan şaredarî di destê Kurdan da ne, li parlementa Tirkiyeyê koma parlementerên Kurd û Kurdistanî hene û îro doza Kurd û Kurdistanê gav bi gav digihe zemînê xweseriya demokratîk."

ÇAWA KU GELÊ KURD BERIYA 17 SALAN LI DIJÎ KOMPLOYÊ LI BER XWE DA, WÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN ÎRO JÎ LI BER XWE BIDE

Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser êrîşên dewleat Tirk ên li hemberî bajarên Kurdistanê û got, "Êrîşî Cizîra Bohta, Amedê, Nisêbînê, Şirnexê, Geverê, Hezexê, Farqînê û gelek deverên din dike. Êrîşê berxwedan û vîna gelê Kurdistanê dike. Li Cizîra Bohta bi êrîşên xwe yên hovane, jin, zarok, kal û pîr her kesî hedef digre, brîndaran dişewitîne û qetlîaman pêk tîne. Bi vî rengî dixwaze gelê Kurdistanê bitirsîne, berxwedan û vîna gelê Kurdistanê bişikîne. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî dijminatiya Kurdan dike. Di warê navneteweyî da hewl dide ku Kurd neyêne naskirin, li ser erdê jî dijminên Kurdan destek dike. Niha jî bi awayekî fîîlî Rojavayê Kurdistanê topbaran dike. Bila dewleta Tirk bizane, Gelê Kurdistanê weke beriya 17 salan çawa li ber xwe da, çawa komploya navneneteweyî vala derxist, îro jî ber xwe dide, wê heta dawiyê jî ber xwe bide û van êrîşên hovane wê bîşkîne û wê welatê xwe azad bike.

Di van 17 salan da, dijminan û hevalbendên wan nekarîn ne Ocalan, ne jî doza Kurd û Kurdistanê tesfiye bikin. Hewildanên wan yên bi vî rengî daîm bi têkoşîna yekgirtî ya xelkê Kurd belav bûn. Navendên fitne û fesadê berî 17 salan jî ev êrişkariya xwe ya neyarane kirin û serê wan bi zinarên Kurdistanê ket û mejiyê wan belav bû. Vê carê jî wê wisa li wan bê. Kurd û Kurdistaniyan di midehê van 17 salan da têkoşîna xwe bilind kirine, yekîtiya xwe mezintir kirine, plan û projeyên têkbirina şoreşa Kurdistanê serûbin kirine, propagandayên kirêt û ne ehlaqî tarûmar kirine."

GELÊ KURD BI QÎMETÊ PÊŞENGÊN XWE DIZANE

KNK'ê diyar kir, ku Kurd û Kurdistanî, bi tecrûbeya salan qîmetê pêşeng û mezinên xwe yên têkoşîn û bedelên giran dayî dizanin, rêz û hezkirina xwe ya digel rêber û rêveberên xwe hardaîm nîşan didin, li dora partî û hemû organîzasyonên xwe yên ku doza Kurdistanê bi serbilindî didomînin kom dibin,di çarçoveya yekîtiya neteweyî û welatî da têkoşîna azadî û rizgariyê bilind dikin û ev pozisyona berxwedanê dê heta serketinê

BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ

KNK di salvegera komploya 15ê Sibatê de careke din bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku li welat û li her cihên lê, hawar û gaziya xwe ya têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û rizgariya Kurdistanê bilind bikin, yekîtiya xwe û tifaqa digel yar û hevalbendên Kurdan mezintir û saxlemtir bikin, neyaran û hevalbendên wan şermezar bikin.

KNK her wiha bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan jî kir ku beşdarî protestoyên komploya 15'ê Sibatê bibin û helwesta xwe ya têkoşeriya doza Kurd û Kurdistanê nîşanî yar û neyaran bidin.