Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK’ê) daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku di serê meha şeşan de, pêngava azadkirina Minbic û derdorên wê, hatibû despêkirin û pêngava ku bi rizgarkirina Minbicê bi encam bû pîroz kir.
KNK’ê bal kişand ku bajarê Minbicê piştî şerekî dirêj û dijwar, ji destê hêza dagirker, xwînxwar û tarî ya DAIŞ’ê, hatiye rizgarkirin û got, “Azadkirina bajarê Minbicê di şoreşa Rojava de serkeftineke dîrokî ye û despêka merheleyeke nû ye.”
KNK’ê di dewama daxuyaniyê de ev ragihandin, “Bajarê Minbicê, piştî bajarê Reqayê, duyemîn bajarê mezin e ku li Sûrî ketibû destê DAIŞ’ê. Minbic, navenda herêma Şehbayê ye, bi cih û cografyaya xwe ve cihekî stratejîk e. DAIŞ’ê ev bajar weke navenda operasyonên xwe yên hundir û derve bi kar tanî. Azadkirina bajarê Minbicê, di sêrî de derbeyek mezin li DAIŞ û hevkarên wê da. Azadkirina bajarê Minbicê, rêvekirina navbera Kantonên Rojava ye, rêxweşkirina sîstema federal e, her wiha qewîmkirina deskeftên şoreşa Rojava ye. Piştî azadkirina Minbicê, em dikarin bêjin şoreşa Rojava di rêya serkeftinê de ketiye merheleyeke nû.”
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê destnîşan kir ku azadkirina Minbicê jî, weke azadkirina gelek deverên din, bi kedeke mezin, bi îradeyek hesinî, bi bedelekî giran û bi xwîna şehîdan pêk hatiye û got; “Bi vê minasebetê em weke KNK’ê, di sêrî de Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, şehîdên vê pêngavê û hemû şehîdên şoreşê, bi rêzdarî bi bîr tînin û li ber bîranînên wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin. Wan bi ked û emeka xwe, bi cesaret û qehremaniya xwe, serê gelê me li hember dost û dijminan bilind kirin. Em hemû deyndarên wan in. Bi vê ve girêdayî hêzên beşdarî vê pêngava dîrokî bûne, bi taybetî şervanên birîndar bûne, yên ked dane, yên destek dane, hemûyan silav dikin, sipas dikin û pîroz dikin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir ku azadkirina bajarê Minbicê, tenê ne serkeftina şoreşa Rojava ye, her wiha serkeftina hêzên azadîxwaz e, serkeftina hemû gelên Kurdistanê ye û wiha dawî li daxuyaniyê anî; "Em vê pêngava serkeftî, li cîhana azadîxwaz û li gelên Kurdistanê pîroz dikin, pîroz dikin, pîroz dikin.
Li çar aliyên welêt, li derveyî welat, em bang li gelê xwe dikin; dibêjin derkevin kolanan, bi tilîlî û dîlanan, bi şahî û govendan, vê serkeftinê pîroz bikin.”