KNK: Dewleta Tirk sûcê mirovatiyê dike
KNK’ê li hember komkujiya sivîlan a dewleta Tirk li Qendîlê pêk anî nerazîbûneke tund nîşan da, got: "NY, YE û DYA wê hê çiqasî wek temaşevan bimîne?"
KNK’ê li hember komkujiya sivîlan a dewleta Tirk li Qendîlê pêk anî nerazîbûneke tund nîşan da, got: "NY, YE û DYA wê hê çiqasî wek temaşevan bimîne?"
KNK’ê li hember komkujiya sivîlan a dewleta Tirk li Qendîlê pêk anî nerazîbûneke tund nîşan da û got: "NY, YE û DYA wê hê çiqasî wek temaşevan bimîne? Li hember DAIŞ’ê dema gelê Kurd tê qetilkirin moral digire û destekdarê wê hikûmeta Tirk em banga hestyariyê li her kesî dikin.”
KNK’ê têkildarî komkujiya sivîlan a balafirên şer ên artêşa Tirk li Qendîl pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk aşkera sûcê mirovatiyê dike” û hat diyarkirin ku tevgera balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêmên Garê, Zap, Xakurkê, Metîna û Heftanîn didome û li pey komkujiyeke nû de ye.
JI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK Û YA NAVNETEWEYÎ RE BANGAWAZÎ
KNK’ê pirsa, ma dema ku ji "Hevkariya DAIŞ-Tirkiyeyê” re mirov bêje bes e nehatiye, kir û wiha got: "Em bang li tevayî raya giştî ya demokratîk û mirovatiyê dikin ku li hember dewleta Tirk û hikûmeta wê ya ji 24’ê Tîrmehê ve bê navber bi dehan balafiran gerîlayên Kurd û sivîlan bombe dike derkevin. NY, YE û DYA wê heta kengî ji Serokwezîrê Tirk Davûtoglû û Serokkomarê Tirk Erdogan ên li hundirê çavên mirovan dinêrin, mirovên sivîl û bê parastin qetil dikin wek temaşevan bimînin? Ev dewletên bi dewleta Tirk re mutefîq in û saziyên navneteweyî gelo nabînın ku dewleta Tirk sûcê mirovatiyê pêk tîne? Wê kengî têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re ya li hember gelê Kurd û rêxistina wê ya li hember DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dide komkujiyan pêk tîne di lêpirsînan re derbas bikin? Li hember DAIŞ’ê dema gelê Kurd tê qetilkirin moral digire û destekdarê wê hikûmeta Tirk em banga hestyariyê li her kesî dikin.”