KJB: Tecrîda li Îmraliyê sûcê mirovahiyê ye

KJB: Tecrîda li Îmraliyê sûcê mirovahiyê ye

Tevgera Jinan a Kurd KJB’ê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘sûcê mirovahiyê ye’ û banga tevlibûna mîtînga 14’ê tîrmehê ya Amedê.

Koordînasyona KJB’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Jinên kurd û gelê me ji kûrahiyê fêm kiriye ku bi pêşengiya Rêber Apo şensê azadiyê bi dest xistiye. Di vê esasê de ev 40 sal e li dora Rêber Apo bûne xelek û îrade û têkoşîna xwe nîşan dane. Azadiya jinan û azadiya gelan encex bi azadiya Rêberê me mumkun e. Ji ber vê jî em hemû êrîşên li Rêberê me li nasnameya azadiya xwe dibînin û çiqas em van êrîşan bişkînin, dê nasnameya azad biafire. Bê rêberbûn tu carî nayê qebûlkirin û hemû bedelan dibin ber çavan û berxwedaneke bê tawîz nîşan didin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li ser Rêberê me ev saleke Îmrali vegeriyaye îşkencexaneyê û tecrîda girankirî didome. Hikûmeta AKP’ê li dijî rêberê me di heman demê de kampanyayên qirêj dimeşîne û hewl dide spekulasyona biafirîne. Fikarên tevger û gelê me yên jib o ewlehî û tenduristiya rêberê me her diçe zêde dibe. Divê jinên kurd û gelê kurd li dijî vê tecrîda giran helwesta xwe nîşan bide. Gelê me tu carî ev pergala Îmraliyê qebûl nekiriye û dê qebûl neke. Berxwedana ku bilind dibe berxwedana fêrbûna azadkirina rêberê me û rakirina tecrîdê ye. Di vê esasê de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê ji bo azadiya Rêberê me têkoşîn û berxwedaneke mezin heye.”

KJB’ê di daxuyaniyê de banga tevlibûna mîtînga ku dê li Amedê pêk bê kir û wiha got: “Mîtînga 14’ê Tîrmehê ya dê li Amedê pêk were di vê wateyê gelek girîng e. Jinên kurd û gelê kurd dê careke din bi mîtînga Amedê re ji bo azadiya rêber û her wiha hemû astengiya li pêşiya azadiya xwe rabikin û dê tu astengiyan nas neke. Ev sekna zelal û bi biryar di AKP’ê de rê li ber tirs û fikaran vekiriye. Ji ber vê jî biryara qedexekirina mîtîngê girtiye. Lê divê AKP vê yekê baş bizane ku jinên kurd û gelê kurd dê qedexeyan nas neke û astengiyan rabikin.”

KJB’ê destnîşan kir ku dê ligel hemû zext, zordarî û astengiyan dê mîtînga azadiyê ya ji bo Rêberê me dê bi hêzeke mezin pêk bê û wiha pê de çû: “Bê guman dê jinên kurd di vê mîtînê de bi awayekî aktîf pêşengiyê bikin. Em carake din bang li hemû jinên kurd, ciwan û gelê xwe dikin ku bila tevli mîtînga azadiya ji bo Ocalan bibin û helwesta xwe nîşan bidin.

Tecrîda li ser Rêbertiya met ê meşandin sûcê mirovahiyê ye. Ji ber vê jî xwedî vê helwestê hewcedariya bo demokratîbûnê ye. Bila hemû kesên hestiyarbûna wan a azadî demokrasiyê hye, kedkar, nivîskar, hunermend, hiqûqnas û helwesta hevpar nîşan bidin û tevlî mîtînga Amedê bibin.”