KJB: Kurd dê li hemberî mudaxeleyê bêdeng menînin

KJB: Kurd dê li hemberî mudaxeleyê bêdeng menînin

Koordîna Koma Jinên Bilind (KJB) der barê serkeftina gelê kurd a li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir serfetin û destkeftiya gelê Rojavayê Kurdistanê destkeftiya hemû gelê kurde.

KJB’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku gel, netew û jinên kurd bi dehan sal in têkoşîna azadiyê dimeşînin. KJB’ê bal kişand ser hewldanên AKP’ê û got; “Li dijî van destkeftiyan di serî de AKP’ê û kesên din divê nekevin nava helwestek şaş. Em jî tu carî destûrê nadin helwestên provakatîf û êrîşkar. Di serî de jinên kurd û hemû gelê me divê li dijî helweseteke wisa dê bê deng nemîne. Em di serî de bang li jin û ciwanan dikin û bila xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin û di nav de cih bigire.”

KJB’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber netewbûnê, em ji bo mafên xwe yên esas bigirin li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn axw eya azadiyê dimeşînin. Têkoşîna me li çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin û xwedî lê derketine. Li Rojavayê Kurdistanê bi esasa ked, perwerde û têkoşîn amezina rêber Apo de, gelê me xwe bi rêxistin kiriye îradeya xwe bi hêz kiriye. Gelê me yê ku bû xwedî îrade asta têkoşîna ku qezenc kiriye û tercîha xwe ligel gelên Suriyeyê di asta azadî û xweseriyê de di alî îradeya jiyanê de derxistiye holê. Têkoşîna ku di asta veguhertina pergala demokratÎk a rejîma Baas a Suriyeyê de hate meşandin, îradeya xwe û bi hêza xwe ya ku piştgiriya tu kesî tunebû meşandiye. Wekê hemû gelên Suriyeyê gelê kurd jî bi îradeya xwe di asta xweseriyê de tercîha jiyana xwe derxistiye holê. divê hemû kes li dijî vê tercîha gelê me ya ku têkoşîneke mezin derxistiye holê rêzdar be.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em helwesta êrîşkar ya AKP’ê kul i hemberî gelê me yê rojavayê Kurdistanê ku bi salanin têdikoşin, şermezar dikin. Dewleta AKP’ê dikeve nava helweseteke îstîla û dagirkeriyê. An jî bi hevkariya hêzên din gelan li hemberî hev û din bi kar tînin. Ev helweseteke xeternake. Em hişyar dikin ku dê rêli ber xeteyên mezin vebike. Rejîma AKP’ê li şûna ku pirsgirêka kurd çareser bike, dikeve nava karên dewletên din û di înkar û îmhata pirsgirêka kurd de israr dike. AKP ya ku qaşo ji hemû kesê re azadiyê dixwaze, bi taybetî jî sankî ligel tercîh û azadiya gelên Suriyeyê xwe nîşan dide. Lê dema mijar dibe kurd dikevin nava helwestên terorîzmê.”

KJB’ê destnîşan kir ku destkefît û serkeftina gel Rojavayê Kurdistanê ya hemû gelê kurd e û wiha got: “Li dijî van qezencan di serî de AKP’ê û kesên din divê nekevin nava helwestek şaş. Em jî tu carî destûrê nadin helwestên provakatîf û êrîşkar. Di serî de jinên kurd û hemû gelê me divê li dijî helweseteke wisa dê bê deng nemîne. Em di serî de bang li jin û ciwanan dikin û bila xwedî li têkoşîna azadiyê derbikevin û di nav de cih bigire.”