KJAR’ê girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê şermezar kir

Komelgehê Jinan a Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), girtina Hevserokên HDP Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û û parlementerên HDP'ê şermezar kir.

Komelgehê Jinan a Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), li ser girtina parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJAR’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew bi tundî girtina hevserok û parlamenterên HDP’ê şermezar û mehkûm dikin û wiha got: "Dewleta tirk a ku xwe li ber vîna gelan ranagre bi faşîzma ku gihiştiye asta herî jor êrîşî şaredar û parlamenteran dike. Êrîşên bi vî rengî têk çûyîna dîktatoriya Tirkiye li hember berxwedana gelê kurd e. Dewleta Tirkiyê ku li tu cihî serketina gelê kurd tehemûl nake, hêz û serketina kurdan ji bo faşîzma xwe xetere dibîne. Ji bo wê bi hevgirtina DAIŞ'ê êrîş dibe ser Rojava Kurdistanê, bi dîktatoriya xwe dixwazeaxa Kurdistanê dagir bike. Bi hêza leşkerî û siyasî êrîşî îradeya gelê Bakurê Kurdistanê dike. Bêguman ev êrîş ne tenê li hember HDP li hember hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaze pêk tê. Li ser îradeya gelê kurd pêk tê. Gelê kurd bi berxwedana bêhempa ber bi serketinê ve diçe. Ji bo wê xweranegirtina faşîzma AKP li îradeya gelan bi rengekî hovane rû dide. Di serî de jin hedef kirin. Bi hemû şêwazî  dixwaze îradeya ku hember wî serî danayne dorpêç bike û teslîm bigre. Dagirkerê Kurdistanê jî baş dizaninin gelê kurd  her tim bi berxwedanê ev êrîş pûç kiriye û xwedî li vîna xwe derketiye. Lewma her kes lazime bi erka xwe ya însanetî rabe, li hemberî dagirkeriya AKP ê bê deng nemîne. Gelê Rojhilatê Kurdistanê ku bi pêşengiya jin û ciwana hertim bi erka xwe ya neteweyî rabûye, wê li hember van êrîşên faşîzan bê deng nemînin û dengê xwe bighînin gelê bakurê Kurdistanê."

PÊWÎSTE ÇALAKÎ RADÎKALTIR BIBIN

KJAR’ê herî dawî nerazîbûnên ku bi pêşengiya jinan li rojhilat Kurdistanê li hember faşîzma AKP'ê bi şêwazên cuda cuda dest pêkiriye silav kir û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em van çalakiyan pir watedar dibînin. Lê pêwîste çalakiyê hin radikaltir û xurtir bên lidaxisitn. Bi pêşengiya jinan dengê xwe bighînin berxwedêrên Bakurê Kurdistanê. Ev dem e ku Rojhilatê Kurdistanê bi xwedîderketina li îradeya xwe li Bakurê Kurdistanê sînorên dagirkeran ji holê rake, xwedî îradeya azadixwaz derkeve."