KJAR'ê 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
Koordînasyona KJAR'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 3 hevrêyên xwe yên di bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî qadên wan ên gerîla de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.
Koordînasyona KJAR'ê bi daxuyaniyeke nivîskî 3 hevrêyên xwe yên di bomberdûmana artêşa Tirk a li hemberî qadên wan ên gerîla de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.
Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk li hemberî herêmên wan hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama van êrîşan de endama Rêveberiya KJAR û PJAK'ê Bêrîvan, tevî hevrêyên xwe Şiyar û Hêja jiyana xwe ji dest dane.
KJAR'ê ji malbatên hevrêyên xwe û gelê Kurd re sersaxî xwest û di şexsê wan de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi rêzdarî bibîr anî.
Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna Bêrîvan de agahî hat dayîn û hat ragihandin, ku hevrêya wan Bêrîvan heşt sal bûn di nava refên azadiyê de cih digirt û bi kedkarî û tevlîbûna xwe re xwedî meşeke cuda û xweser bû.
DI RÊYA XWEBÛNÊ DE MEŞIYA
KJAR'e bibîr xist, Bêrîvan weke dayika çar zarokan cihê xwe d nava refên têkoşînê de girt û bal kişand ser sekna wê li hemberî zayendîperestiyê.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Her tim di rêya xwebûnê de meşiya. Çiyayên Kurdistanê ji xwe re weke wargeha jiyana azad dît. Di lêgerîna li jiyana azad de, xwedî hêz û kedeke mezin bû. Bi Rêber Apo re gelekî dilsoz bû. Vê dilsoziyê xwe di sekin û xebatên wê de jî nîşan dida. Hevrê Bêrîvan di perwerde û zanakirina jinan, gel û rêxistinkirinê de di asteke serketî de kar kir."
KJAR'ê bal kişand ser xurtbûna hest û ramana neteweyî ya Bêrîvan û da zanîn, her tim dixwest tevlî Şoreşa Rojava bibe û herî dawî jî dixwest di berxedana li Bakurê Kurdistanê de bibe xwedî ket.
DILEKÎ JI WANÊ HERIKÎ MERÎWANÊ: HEVRÊ ŞIYAR
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat di dewama daxuyaniya xwe de got, "Hevrê Şiyar, dilekî ji Wanê bû ku herikî Merîwanê. Ji bo Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bi bawerî û hişyariyeke mezin tevdigeriya. Li qada leşkerî xwedî kedeke mezin bû.
CIWANÊ DIL NIZM Û BI ÎDÎA: HÊJA
Hevrê Hêja jî enerjiya xwe ya ciwantiyê, bi hezkirineke mezin di sekna xwe ya rêxistinî de watedar kiribû. Hevalekî dil nizm û bi îdîa bû."
KJAR'ê da xuyakirin, ku ew ê êşa xwe ya ji ber windakirina van hevrêyên xwe veguherînin xurtirina têkoşîn û jiyaneke azad û got, "Ji bo careke din li Kurdistanê zarok ji dayikên xwe qut nebin, zarok li vî welatî azad bijîn, jin bi azadî bijîn, em ê têkoşîna xwe mezin û xurt bikin."
Di dawiya daxuyaniya Koordînasyona KJAR'ê de ev bang hat kirin: "Di serî de dayikên aştiyê, em bang li hemû jinan û gelê xwe dikin ku li dora berxwedana hevala Bêrîvan li hev bicivin, çalakiyên xwe yên berxwedanê zêde bikin. Em bang li hemû jinên ciwan û hemû ciwanan jî dikin ku beşdarî nava refên gerîla bibin."